Li Hesekê Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmekê spartin axê
Li Hesekê şehîdên Berxwedana Rûmetê Aras Hesekê û Azad Hesekê bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê.
Li Hesekê şehîdên Berxwedana Rûmetê Aras Hesekê û Azad Hesekê bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê.
Gel cenazeyên şevanên QSD‘ê Hêzên Sûriye Demokratîk Mihemed El-Elî (Aras Hesekê) û Cemal Elo (Azad Hesekê) ên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne ji avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîda Dijwar a li gundê Dawudiyê ve ketin rê
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya aliyê şervanê QSD’ê û gel ve destpê kir. Piştre bi navên Meclîsa Malbatên Şehîdan Îbrahîm El-Hisên, hêzên leşkerî fermendar Birûsk Hesekê, hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan axivîn.
Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ û El-Nûsra li Serêkaniyê û herêmên din bi navê Îslamê sivîlan qetil dikin.
Axaftvanan bal kişandin ku Tirkiyê ji salan ve sînorên xwe ji bo derbasbûna çeteyên DAÎŞ`ê ji axa Sûriyê re vekiriye û niha jî bi rêya êrîşa xwe li ser Bakurê Sûriyê heman seneryo, lê di bin navên cuda de dubare dike.
Di axaftinan de hate destnîşankirin, ên ku DAÎŞ`ê tune kiriye Hêzên Sûriye Demokratîk in û baweriya xwe bi vê hêzê anîn ziman ku wê çeteyên dewleta Tirk jî tune bike.
Di dawiyê de axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyan dan.
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehadeta şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.
Di merasîmê de nasnameya 5 şehîdên din ên Hêzên Sûriye Demokratîk Rêzan Colo (Colo), Nazim El-Şercî (Baran Mabrûka), Elî Seîd ( Mezlûm Hesekê), Tamir El-Ubeyd (Seyf El-Taban) û Adil El-Mûsa (Aras Mahir) ên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne hatin eşkere kirin.
Di dawiyê de girseya gel cenazeyên şehîdan di nav tilîliyên dayikan de spartina axê.