Li Hesekê 30 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Li Hesekê di çarçoveya “pêngava paqijiyê” ya ku Hêzên Ewlekariya Hindurîn destpê kirî de, 30 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin.
Li Hesekê di çarçoveya “pêngava paqijiyê” ya ku Hêzên Ewlekariya Hindurîn destpê kirî de, 30 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin.
Navenda Çapemeniya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyek di derbarê “pêngava paqijiyê” û encamên wê de eşkere kir û ev yek ragihand:
"Hêzên me li bajarê Hesekê sibeha 10`ê Adarê li dijî şaneyên veşartî yên terorîstên girêdayî rêxistina DAIŞ`ê, pêngaveke berfireh destpê kir, di encamê de hêzên me bi ser baregehên şaneyên veşartî yên çeteyan de girtin ku destên wan di êrişên li dijî sivîlan de hebûn.
Piştî li herêmên bajarê Hesekê û gundewarên wê ev şane belav bûn, ev pêngav hate destpêkirin û di encama wê de 30 terorîstên ku navên wan di nava lîsteya kesên ku hêzên me ew dixwestin de bûn. Li gel van şaneyan gelek çek û çilên leşkerî hebûn ku di operasyonên xwe yên terorane de bi kar danîn, desteser kirin.
Di dawiyê de em wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn soz didin gelên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku em ê li dijî êrişên ku ewlehî û aramiya wan dikin armanc, mertalên zindî bin û piştrast dikin ku em ê şopdarên rêya şehîdan bin heta ku li tevahiya herêmên xwe aramî û ewlehiyê misoger bikin."