Li Herfordê pêşangeha Hêviya Tawisê Melek hat vekirin
Hunermendê wêneyê Rawend Cewad Smaîl bi hevkariya Yekmal û Mûzeya Martha Hoch pêşangeha wêneyan a bi navê “Ji Taritiyê ber bi Ronahiyê: Hêviya Tawisê Melek” vekir ku qirkirina Êzidiyan vedibêje.
Hunermendê wêneyê Rawend Cewad Smaîl bi hevkariya Yekmal û Mûzeya Martha Hoch pêşangeha wêneyan a bi navê “Ji Taritiyê ber bi Ronahiyê: Hêviya Tawisê Melek” vekir ku qirkirina Êzidiyan vedibêje.
Li bajarê Herford ê Elmanyayê pêşangeha wêneyan a bi navê “Ji Taritiyê ber bi Ronahiyê: Hêviya Tawisê Melek” hat vekirin ku qirkirina Êzidiyan ku çeteyên DAÎŞ’ê di sala 2014’an de li dijî Şengalê pêk anî, vedibêje.
Hunermend Rawend Cewad Smaîl ku di wêneyên xwe de îşaret bi Qirkirina Êzidiyan dike, balê dikşîne ser gelê Şengalê ku ji qirkirinê rizgar bûne û li kampên penaberan ên li Başûr jiyan dikin.
Smaîl ku pêşangeha ku di mûzeya Marta Hochê de cih digre bi hevkariya Yekmalê lidarxist, diyar kir ku di wêneyên xwe de êş û birînên civaka Êzidî yên li kampan jiyan dikin nîşan daye.
Rawend Cewad Smaîl li ser pêşangehê wiha got: “Îro Pêşangeha 10’emîn Qirkirina Êzidiyan li bajarê Herford ê Elmanyayê tê lidarxistin. Wekî rojnamevanek wênegir li ser jiyana Êzidiyên Şengalê ku piştî qirkirina DAÎŞ’ê ya di 2014’an de li kampên penaberan jiyan dikiin. Li welatî wekî Elmanyayê pêşandana wan girîng e. Ez spasiya Yekmal dikim ku li Elmanyayê ji bo çanda Kurd xebatê dike û di avabûna vê komaleyê de rola sereke lîst. Ez pêşangeh wê heta 8’ê Hezîranê dewam bike. Her wiha ez spasiya nûnerên Mûzeya Martha dikim ku di vê pêşangehê de cih girtin û piştevaniyê nîşan dan.”
Hunermend Şano Îbrahîm ê ku beşdarî pêşangehê bû diyar kir ku hemû wêneyên Rawend Cewad Fermana li ser Êzidiyan e û fermanê vedibêjin û got, "Ev ji bo min êş û xemgînî bû. Ji ber ku di nav wan de nas û dostên min hebûn. Hin ji wan hatin azadkirin û bi rengekî li kampên Başûrê Kurdistanê bi cih bûn. Girîng e ku mirov li dîmenên ku jiyana wan nîşan didin bibîne. Ez hêvî dikim ku heman tişt careke din çênebin. Ez dixwazim ku hunermendên me wêneyên şahî, azadî, reng û cûdahiyên Kurdistanê bikişînin."
Fehîmşa Helbest a ku serdana pêşangehê kir, hestên xwe yên derbarê pêşangehê de wiha anî ziman: "Em xebata Rawend Cewad pîroz dikin. Em pir kêfxweş in ku hunermend jenosîda 2014’an a li dijî Êzidiyan tomar kiriye û gihandiye me. Ev wêne li wir hatine kişandin. Birînên me kûr in. Birînên me dîsa zindî bûne."
Wênesaz Rawend Cewad ê ku 11 sal in li Elmanya dijî, heta niha li Parîs, London û Elmanya nêzîkî neh pêşangeh vekiriye.