Li Herêma Firatê ji bo Roja Astengdaran a Cîhanê çalakî hate lidarxistin
Li Herêma Firatê Navenda Rêxistina Nûdem bi wesîleya 3’yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê ji bo zarokên astengdar çalakiyek lidar xist.
Li Herêma Firatê Navenda Rêxistina Nûdem bi wesîleya 3’yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê ji bo zarokên astengdar çalakiyek lidar xist.
Neteweyên Yekbûyî di sala 1992’yan de 3’yê Kanûnê weke Roja Astengdaran a Cîhanê ragihandibû. Bi vê wesîleyê Navenda Rêxistina Nûdem jî li Herêma Firatê ji bo zarokên astengdar çalakiyek lidar xist. Çalakî li Parka Ronîwar bi beşdariya sedan zarok û malbatên wan pêk hat.
Di çalakiyê de endama Rêveberiya Desteya Jin a Herêma Firatê Cîhan Derwêş axivî û ev roj li tevahî mirovên astengdar û bi taybetî li zarokan pîroz kir. Derwêş, destnîşan kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê derûniya bi sedan zarokan xirab bûye û got, “Ji bo başkirina van zarokên astengdar dê projeyên me û xebat berdewam bikin. Em vê rojê li tevahiya zarokan pîroz dikin.”
Di dawiya çalakiyê de stranên ku ji aliyê zarokên koma Hîlala Zêrîn ve hatin amadekirin, hatin pêşkêşkirin û zarokên astengdar govend gerandin.