Li gundê Xilalka yê Raco şer: 8 leşker û çete hatin kuştin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi top û hewanan êrîşî gundê Xilalka yê Raco dikin. Di heman demê de li gund şerên dijwar diqewimin. Di şer de herî kêm 8 leşker û çete hatin kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi top û hewanan êrîşî gundê Xilalka yê Raco dikin.

Artêşa Tirk a dagirker rastî bersiveke tund ya şervanên QSD’ê yên li Efrînê hatin. Artêşa Tirk û çeteyên wê di heman demê de gundan bi top û hewanan bombe dikin.

Li gundê Xilalka şer bi dijwarî diqewime. Di şerê di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê de derketî de, herî kêm 8 leşker yan jî çete hatin kuştin.