Li gundê Xelîl û Hemamê şer giran e

Li gundê Xelîl yê girêdayî navçeya Şiye û gundê Hemam yê girêdayî navçeya Cindirês a Efrînê di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şer giran e.

Di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li derdora girên li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê şerekî dijwar heye.

Li derdora gundê Xelîl yê girêdayî navçeya Şiye ya Efrînê jî di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagikre û çeteyên wê de şer giran e.

Şervanên QSD’ê îro danê nîvro li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Xelîl yê navçeya Şiyê çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de 2 wesayîtên zirxî û pîkapek hate îmhakirin.