Li Girê Spî gel li dijî dagirkeran daketin qadan

Gelê li gundê Heman Turkmen a girêdayî beldeya Silûk a Girê Spî, li dijî dewleta dagirker a Tirk a bi zorê lireyên Tirkî dide bikaranîn, çalakiyeke protestoyê li dar xistin.

Gelê li gundê Heman Turkmen a girêdayî beldeya Silûk a Girê Spî ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wan de, li dijî dagirkeran daketin qadan.

Gelê ku li herêmê bi zorê bikaranîna lireyên Tirkî û bilindbûna tiştên xwarinê protesto kirin, dixwazin ku dagirker ji axa wan derbikevin.