Li Girê Spî çete bi hev ketin: 3 mirî, 10 birîndar

Li Kantona Girê Spî ya dagirkirî, şerê navbera çeteyan ku doh destpê kir, dewam dike. Di şer de 3 çete mirin, 6 sivîl û 4 çete jî birîndar bûn.

Li Kantona Girê Spî ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, şerê navbera çeteyên Cebha El Şamiye û Ehrar El Şam ku doh destpê kir, dewam dike.

Di şer de ku bi çekên nîv otomatîk, ferdî, tank û topan hate kirin, 3 çete hatin kuştin û 4 çeteyên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyeke li Tirkiyeyê.

Her wiha 6 sivîlên ku ji qada şer dûr ketin û diçûn gundê Cezle di encama vî şerî de birîndar bûn.

Sedema şerê navbera çeteyan nehate hînbûn. Li gorî agahiyan destûr ji xelkê li kantonê re nayê dayin ku derkeve derve.