Li Girê Spî 6 dagirker hatin kuştin

Di encama şerê di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li gundên Kor Elî Setanî û Kefîfa yên dikevin bejahiya Girê Spî de 4 jê leşkerên Tirk 6 dagirker hatin kuştin, 11 jî birîndar bûn.

Tevgera tankên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh li derdora kampa Eyn Îsayê zêde bûn û ti êrîş pêk nehatin, piştre paşde vekiriye. Di heman demê de hêzên Rûsî û dagirkeriya Tirk li depoya genim a gundê Alya hevdîtin pêk anîn. Der barê encamên hevdîtinê ti agahî nehatin girtin.

Li gorî agahiyan, hêzên rejîma Sûriyê li aliyê depoya gundê Şergirakê pêşde çû û gihişt rêya navdewletî 500 metre ma di navbera wê û dagikerî û çeteyên Tirkiyê de, bêyî ku di navbera wan de şer derkeve.

Piştî bêdengiyê gundê Dibis ê Eyn Îsayê careke din ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi hawnan hate topbarankirin.

Li eniyên gundewarê Girê Spî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên Kor Elî û Setanî û Kefîfa kirin. Di encama bersivdayîna şervanên QSD‘ê 4 leşkerên Tirk û 2 çete hatin kuştin û 11 çeteyên dagirkeriyê birîndar bûn.