Li Girkê Legê ciwanan bi meşekê xwedî li QSD’ê derketin
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Girkê Legê bi meşek meşaleyî xwedî li QSD’ê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe didin, derketin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Girkê Legê bi meşek meşaleyî xwedî li QSD’ê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe didin, derketin.
Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo şermezarkirina guhertina demografîk a ku Tirkiyê û çeteyên wê li herêmê pêk tînin û ji bo piştgiriya Hêzên Sûriye Demokratîk li Qada Şehîd Xebat li Girkê Legê kom bûn.
Ciwan li kolana sereke ya Girkê Legê li gel berzkirina dirûşmeyên silavkirina Hêzên Sûriye Demokratîk û YPG YPJ`ê meşiyan.
Her wiha ciwan meşale, alên ciwanan û wêneyên şehîdan hildan.
Meşa ciwanan li ber Paymengeha Baz a Zimanê Kurdî ya Rimêlanê rawestî û veguherî mîtîngê. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Çilaxa Feysel El-Salih axivî û got: "Felsefeya neteweya demoktratîk gelên herêmê kirin yek. Wekhevî û edaletê di nav wan de bê cudahî belav kir."
El-Salih wiha domand: "Hêzên Sûriye Demokratîk nûnertiya tevahiya gelên herêmê dike. Ji ber ku wê rûmet û azadiya pêkhateyan parast û DAÎŞ`ê ya ku Tirkiyê desteka wê dikir tune kir. Lewra wek ciwan em soz didin malbatên şehîdan ku em ê rêya şehîdan bişopînin û piştgiriya Hêzên Sûriye Demokratîk bikin."
Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina Hêzên Sûriye Demokratîk û silavkirina şehîdan bi dawî bû.