Li gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiya Til Rifatê hatin şermezarkirin

Li gelemperiya bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi taybet komkujiya Til Rifatê bi meş û çalakiyên cihê hatin şermezarkirin.

Bi dirûşma "Wê faşîzma Tirk di xwîna zarokên Til Rifetê de bifetise", li herêm û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkeriya dewleta Tirk, sûcên wê û komkujiya Til Rifetê ku 10 sivîl 8 ji wan zarok şehîd bûn, bi meşên girseyî hatin şermezarkirin.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo, Partiya Yekîtiya Demokratîk ji bo şermezarkirina komkujiya ku dewleta Tirk li navçeya Til Rifetê pêk aniye 10 sivîl ku piranî zarok bûn, meşek lidar xist.

Meş bi dirûşma "Wê faşîzma Tirkiyê di xwîna zarokên Til Rifetê de bifetise" destpê kir, bi sedan şêniyên Qamişlo beşdar bûn.

Meşê ji Çarxerêya şehîd Rûbar de destpêkir. Beşdaran wêneyên şehîdên komkujiyê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Partiya Yekîtiya Demokratîk, Meclîsa Sûriye Demokratîk û Kongreya Star, her wiha pankertên bi nivîsa "Wê faşîzma Tirkiyê di xwîna zarokên Til Rifetê de bifetise" rakirin.

Meşvan ber bi kolana Mûnîr Hebîb ya li rojavayê bajarê Qamişlo û kolana Siyahî ve meşiyan û dirûşmeyên "Kujer Erdogn", "Terorîst Erdogan", "Faşîst Erdogan", "Bijî berxwedana YPG, YPJ, QSD’ê", "Bijî berxwedana Til Rifetê" û "Berxwedan jiyan e" berz kirin. Meş li pêşiya avahiya Komseriya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî ya li taxa Siyahî sekinî.

Endama rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Edalet Omer li wir axivî û diyar kir ku deweta Tirk a dagirker li dijî zarokên Efrînî yên li Til Rifetê komkujî pêk anî. Her wiha got Tirkiye bi van kiryarên xwe hemû qanûnên navdewletî û mirovî binpê dike.

Omer bi domdarî got: "Rojane êrîş li ser me tên kirin û milkên me tê talan kirin. Gelê me tê kuştin û herêmên me tên dagir kirin. Ev kiriyarên dijmirovî hemû li ber çavên civaka navdewletî tên kirin. Mixabin civaka navdewletî li hember dagirkirina herêmên me û kuştina gel û zarokên me, dengê xwe dernaxe."

HESEKÊ

Gel li pêşiya nuqteya tenduristiyê ya li navçeya Til Hecerê ya bajarê Hesekê kom bûn û alên QSD`ê û wêneyên zarokên komkujiya Til Rifetê her wiha pankertên bi nivîsên "Piştgiriya zarokên Efrînê bikin, “Qîrîna zarokên Efrînê bibihîzin”, “Ka wijdanê mirovahiyê”, “Zarokên me nekujin" rakirin û ber bi kolana dêra Aşûrî ve meşiyan.

Meşvan li gelek kolanan geriyan û dirûşmên şermezarkirina deweta Tirk û silavkirina Berxwedana Rûmetê û berxwedana şehîdan, berz kirin.

Meş li kolana sereke li nêzî dêra Aşûrî sekinî. Li wir mîtîngê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre endamê Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Silêman Bedir axivî û got:"Em îro komkujiyeke ji komkujiyên Erdogan şermezar dikin. Komkkujiya ku dijminên xwînxwar li dijî zarokên Til Rifetê pêk aniye. Hemû çeteyên ku bi artêşa Tirk re şer dikin, çeteyên DAÎŞ`ê ne, lê bi navên cuda."

Silêman wiha berdewam kir: "Erdogan êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi navê Aşîtiyê bi nav dike. Lê di rastiyê de ev opersyonên tundî û qirikinê derheqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Meş bi helbesteke zarokê bi navê Ibrahîm Derwîş ku li ser komkujiyên dewleta Tirk li dijî zarokên herêmê ye, bi dawî bû.

TIL KOÇER

Bi sedan şêniyên navçeya Til Koçerê ji bo şermezar kirina komkujiya Til Rifetê ya di encama topbaran artêşa Tirk û çeteyên wê li ser navçeya Til Rifetê ku zarok bûn qurbanî, meşek lidar xist.

Di meşê de wêneyên zarokên komkujiyê û alên YPG,YPJ`ê hatin rakirin.

Meşê ji pêşiya parka jinê destpê kir û di kolana sereke re dewam kir û li navrasta navçeyê sekinî. Li wê derê Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Ebdelhadî Ehmed axivî û bêdengiya navdewletî ya li hember komkujiya Til Rifetê şermezar kir.

Ehmed piştrast kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê komkujiyên bi armanca qirkirinê di nava bêdengiya navdewletî de pêk tînin û wiha axivî: " Dixwazin bi vê yekê îradeya gelê me bişkînin. Divê em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtî bin û sînorekî ji komkujiyên dewleta Tirk re deynin û erdên xwe ji dagirker û çeteyan paqij bikin."

Meş bi dirûşmên şermezarkirina komkujiya Til Rifetê bi dawî bû.

DÊRA ZOR

Bi sedan şêniyên herêma Şiêtat û derdorê wê, bi meşeke girseyî hêrsa xwe ya li dijî komkujiya Til Rifetê ya li ser zarokên Efrînî nîşan dan. Her wiha civaka navdewletî ku li hemberî sûcên Tirkiyê û çeteyên wê li dijî gelan bêdengiya xwe diparêze, şermezar kirin.

Meş ji bajarokê Kişêşa ya herêma Şiêtatê li gundewarên rojhilatê Dêra Zorê bi tevlîbûna bi dehan şêniyên saziyên sivîl û leşkerî destpê kir û bi kolanên sereke geriyan. Di meşe de piştevaniya bi gelê Til Rifatê re hate nişandan û komkujî şermezar kirin.

Meşvan li bajarokê Kişîşê kom bûn û Hevserokê Şaredariya Gel li herêma Şiêtat Ebderhman El-Dixîvij axivî û komkujiya dewleta Tirk li dijî zarokên Til Rifetê bi karê tirsonek ê di rêzesûcên artêşa Tirk de, bi nav kir.

El-Dixîvij bang li her kesî kir ku ji bo dîtina çareseriyeke demokratîk û adil, rakirina zilmê, her wiha ji bo yekkirina ax û gelê Sûriyê yên ji mezhebên cuda, asta xebatên xwe bilind bikin.

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê li dijî komkujiya artêşa Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrînê ku neçarî li Til Rifet bi cih bûne, daketin qadan.

Meş ji Qada Şehîd Xebat destpê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsa ‘Bi navê olê em ji aliyê dewleta Tirk a faşîst rastî qirkirina etnîk tên’, ‘Qîrîna zarokên Efrînê bibhîzin’, ‘Dewleta Tirk a faşîst û çeteyê wê wê di xwîna zarokên Til Rifetê de bifetisin’ her wiha wêneyê şehîdên komkujiya Til Rifetê hatin hildan.

Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina kiriyarên dewleta Tirk li dijî şêniyên Efrînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha yên şermezarkirina Erdogan û silavkirina berxwedana QSD, Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê hatin berzkirin.

Meş li navenda bajarok veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama desteya rêveber a PYD`ê Sîlvana Elî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdên komkujiya Til Rifetê re, xwest.

Sîlvana destnîşan kir ku ev ne cara yekemîne ku artêşa Tirk li dijî şêniyên Efrînê komkujiyan pêk tîne û zarokan dike hedef.

Di dawiyê de Sîlvana bang kir ku Erdogan radestî dadgeha navdewletî were kirin ji ber rêveberiya wî û artêşa wî li dijî şêniyên Efrînê û niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûc pêk anîne û hesab ji wan were xwstin.

DÊRIK

Bi hezaran pêkhateyên Dêrikê, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û oldar li Qada Azadî kom bûn.

Di meşê de zarokên Dêrikê wêneyên şehîdên komkujiya Til Rifet, wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmetê, pankartên bi nivîsa "Xwîna şehîdên e û qêrînên wan dê hesab ji we bixwazin" hildan.

Meş li pêşiya avahiya PYD`ê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de ji rêveberên PYD`ê Silêman Ebû Bekir axivî û sersaxî ji malbatên şehîdên komkujiyê re xwest.

Ebû Bekir destnîşan kir ku hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî zarokên ku ji ber topbarana dewleta Tirk neçarî koçberiyê bûne da pey zarokan heta Til Rifetê û wiha anî ziman:"Armanca dewleta Tirk û çeteyên wê ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe, hebûna Kurdan, pêkhate û gelên herêmê tine bike."

Bi navê partiyên siyasî li Dêrikê Şemsedîn Feqe wiha got:"Dîroka dewleta Tirk tijî komkujiyên li djiî gelê Kurd û gelên herêmê ye. Mînaka wê jî komkujiya Dêrsim, Gelê Zîlan û heta komkujiya Til Rifetê."

TIL HEMÎS

Bi sedan şêniyên Til Hemîs, Til Birak, endamên saziyên sivîl, meclîsên bajarok ên girêdayî wê ji bo şermezarkirian komkujiya artêşa Tirk li dijî zarokan li Til Rifetê, beşdarî meşê bûn.

Meş ji pêşiya meclîsa navçeya Til Hemsîs destpê kir. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina faşîzma Tirkiyê hatin berzkirin.

Meş li pêşiya navenda çandiniyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de Hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen û sersaxî ji malbatên şehîdan re û şehîdên komkujiya Til Rifetê re xwest.

Hesen got divê rêxistinên mafên mirovan û tevahî cîhan artêşa Tirkiyê ji bo sûcên ku li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiyên ku pêk anîne, hesab bixwazin.

Meş bi dirûşmeyên şermezarkirina Erdogan û çeteyên wê her wiha şermezarkirina komkujiya Til Rifetê, bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê derketin qadan û komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker li Til Rifetê zarok kirin hedef û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin.

Meşa ku li ser banga PYD`ê pêk hat, ji pêşiya navenda ciwanên şoreşger ên Sûriyê li navçeyê destpê kir û di kolanên navçeyê re meşiyan.

Beşdaran wêneyên qûrbaniyên komkujiyê û pankartên li ser nivîsa "Wê faşîsta Tirkiyê têk biçe" û gelek pankartên din hildan.

Di meşê de endamê desteya rêveberiya PYD`ê Ebdilkerîm Sarûxan axivî û komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker li Til Rifetê li ser zarokan pêk anî şermezar kirin û wiha gotin: "Komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker ku tê de zarokan hatin qetil kirin, mînaka hovîtiya Tirkiyê ye."

Meş bi dirûşmên silavkirina şehîdan û berxwedana QSD`ê bi dawî bû.

REQA

Xwepêşandêr li Qada Selamê li bakurê bajarê Keramê yê Reqa kom bûn û dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî beramberî komkujiya li Til Rifetê qîriyan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê li pêşiya avahiya hêzên ewlehiya hundirîn li navenda bajarok, bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ebdellah El-Şeblî û bi navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa axivîn û sûca ku artêşa Tirk a dagirker pêk anî şermezar kirin.

Her wiha axaftvanan dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên din şermezar kir.

AMÛDÊ

Meş ji Çerxerêya Jinê li rojhilatê navçeya Amûdê destpê kir û di kolanên sereke re meşiyan, şêniyan dirûşmeyên şermezarkirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kir, her wiha dirûşemyên tekoşîna YPJ û YPG li dijî artêşa dagirker qîriyan.

Meş ji qada şehîd Cîhad li navenda bajêr rawestiya, endama rêveberiya PYD`ê Erîfe Bekir sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û hemû şehîdên azadiyê bibîr anî.

Erîfe da zanîn ku di destpêka aloziya Sûriyê de û destwerdana dewletên mezin, dewleta Tirk di nav van dewletan de bû û êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û komkujiyên neexlaqî pêk anîn.

TIRBESPIYÊ

Li Tirbespiyê jî partiyên navçeyê tevlî meşê bûn, Partiya Desteya Neteweyî ya Erebî, Partiya Lîbral a Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Partiya Yekîtiya Suryanî, Partiya Modernîteya Demokratîk li Sûriyê, Partiya Roj a Demokratîk Kurdistanê û Tevgera Nûjen û Guhertinê û El-Partî ya Demokratîk a Kurdistanê."

Partiyên siyasî di meşa ku ji pêşiya navenda Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê destpê kir daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku Tirkiyê li ser sûc û komkujiyan li ser gelê Sûriyê darzînin.

Paşê bi navê partiyên siyasî endamê Desteya Neteweyî ya Erebî Hikmet Hebîb axivî û bêdengiya rejîma Sûriyê beramberî dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê şermezar kir, her wiha bêdengiya dewletên destwerdanên di aloziya Sûriyê jî şermezar kir.