Li eniyên Cindirês-Şera-Bilbilê bi sedan dagirker hatin kuştin

Hate ragihandin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, di berxwedanê de, li eniya Bilbilê, Şera û Cindirêzê bi sedan dagirker hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyêyn QSD û YPG’ê hatine bidestxistin, Di şerê çar rojê dawî de, yên li eniya Bilbilê, Şera, Cinsdirê 313 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin Çeteyên ku dewleta Tirk bi wan re ketiye nava tevgerê ji El Kaîde û DAIŞ’ê pêk tê.

Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê roja 20'ê Çileyê dest pê kiribûn. QSD'ê 7'ê Adarê bîlançoya 47 rojên şerê Efrînê eşkere kir û diyar kir ku 1588 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin. Di heman şerî de 283 şervanên QSD'ê şehîd bûn. Dewleta Tirk 47 rojan 1026 caran bi balafiran bombe li cih û warê sivîlan barand û bi çekên giran jî 3307 caran qadên sivîlan barand.