Li Efrînê sivîlekî dî jî hate revandin

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê ciwanê bi navê Mahîr Mîqdad revand.

Li gorî saloxên xwecih çeteyên bi navê Cebhet El Şamiye yên bi ser dewleta Tirk ve ciwanê bi navê Mahîr Mîqdat ji gundê Dêrsiwan a Şerayê revand û bire Ezazê.

Hate gotin ji bo Mahîr Mîqdat, ku ji gundê Qere Baba ya Racoyê ye, were berdan 5 hezar dolar fîdye hatiye xwestin.

6'ê Îlonê li Racoyê 4 sivîlên din jî hatibûn revandin.

DI NAVA MEHEKÊ DE ZÊDETIRÎ 100 KES HATINE REVANDIN

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, dewleta Tirk di navbera 29'ê Tîrmehê û 23'ê Tebaxê de herî kêm 101 sivîl revandin. Ji wan 17 jê jin û 3 jî zarok in.

Rêxistinê diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo kesên direvînin fîdyeyê dixwazin û bi koçberkirina gelê xwecihî dixwaze guhertina demografiya herêmê temam bike.