Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Efrînê, di êrişa danê êvarê de 7 kes mirin

Li navenda bajarê Efrînê doh êvarê êrişek hate kirin. Li gorî agahiyan 7 kes ji ber vê êrişê mirin, 14 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ANHA'yê ku çavkaniyên xwe dispêre malpera înternetê ya Efrîn Post, danê êvarê topek li navenda bajarê Efrînê ket.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku topa ji herêmên Nubul û Zehra yên di bin kontrola hikumeta Şamê de ne hate avêtin, li navenda Efrînê ket. Li gorî agahiyan top li derdora dibistana berê ya Feysel Qedûr ket ku komandoyên Tirk lê ne.

Hate ragihandin ku di vê êrişê de jin û zarok jî di nav de 7 kes mirin, 14 kes jî birîndar bûn.

Navenda Navbeynkariyê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku top ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve nehatiye avêtin.