Li Efrînê dagirkeran ji bo baregeha leşkerî avahiyek desteser kirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêra ya Efrînê ji bo ku barageha leşkerî ava bike, avahiya ayîdê jinekê desteser kirine.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker beriya nêzî mehekê dest danî ser avahiyeke ayîdê jina bi navê Zeyneb Ehmed Mihemed (60) a ji gundê Matîna yê Şêrayê ya Efrînê.

Rêxistinê da zanîn ku avahiya hatiye desteserkirin, li nêzî xaçerêya gundê Matîna, nêzî şîrketa avê ya li ser rêya Kefer Cenê-Bilbilê ye.

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir ku artêşa dagirker dê avahiya desteser kiriye, veguherîne baregeheke leşkerî.