Li Efrînê çeteyan şer kirin: Sivîlek mir

Li Efrînê çeteyan şer kir, sivîlek şehîd bû. Çeteyên artêşa Tirk a dagirker kesek revand û fîdye jê xwest.

Li Efrînê ya ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîş kiribû, pêkanînên dermirovahiyê yên li ser sivîlan didome. Di navbera du çeteyan de şer derket û ji ber şer kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn.

Li Efrînê di navbera çeteyên bi navê Hemzat û Şihêtat de, ji ber parvenekirina dikaneke ku li Efrînê hatibû talankirin, şer derket. Di dema şer de,sivîlên ku ji wê derê derbas bûn bûn hedefa guleyan. Di bûyerê de sivîlek şehîd bû û 2 sivîl jî birîndar bû.

SIVÎLAN HÊ JÎ DIREVÎNIN

Li navçeya Şêrewayê li gundê Kurzêlê çeteyên artêşa Tirk a dagirker kesekî bi navê Lezgîn Îbo (35) revand û wesayîta birayê Îbo jî dizîn. Çeteyan ji malbata Îbo 1000 dolar fîdye xwestin.