Li Efrînê bi dehan darên zeytûnê hatin birîn

Dewleta Tirk û çeteyên wê li gundên Tirinde û Eyd Dara yên Efrînê bi dehan darên zeytûnê yên ayîdê 3 gundiyan qetil kirin.

Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin; sûcên dermirovî, guhertina demografiyê, talankirin û qirkirina xwezayê dewam dikin.

Li gorî malpera Afrîn Postê, kesên ji Xutaya Şerqiyê ya Şamê yên li gundê Tirindê yê Efrînê hatin bicihkirin, darên zeytûnê yên li welatiyên bi navên Nûrî Necar û Heyder Şêx Hesen birîn.

Li gorî heman malperê, di 11′ê Kanûnê de jî kesên li Efrînê hatine bicihkirin, li gundê Eyn Dara 15 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Mihemed Cuma birîn. Di 7′ê Kanûnê de jî çeteyan 75 darên welatiyê bi navê Ehmed Omer birîn.

Li gorî raporan, ji destpêka îsal ve 4 hezar û 400 darên zeytûnan bi destê çeteyên dewleta Tirk û kesên li Efrînê hatine bicihkirin, hatine birîn.