Li dijî êrişan, parastina civakî

Hêzên Parastina Civakî (HPC) û Hêzên Parastina Jinê hewl didin li dijî êrişên gengaz li Kobanê parastinê bi biryardariyeke mezin civakî bikin.

Mîna li her deverê li Kobanê jî gel li dijî êriş û gefên dewleta Tirk di parastina civakî de ne.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re piştî ku komun ava bûn di çarçoveya xweparastinê de Hêzên Parastina Civakî (HPC) di Hezîrana 2015'an de li dijî êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ava bû. Hêzên Parastina Jinê jî bi heman armancê li Kobanê hate ragihandin. Ji HPC'ê Osman Xelîl û ji Hêzên Parastina Jinê Şukriye Muslim qala karê xwe kirin.

Xelîl destnîşan kir ku civak bi berxwedana xwe çarenûsa xwe diyar dike û got, "Ji bo parastin û ewlekariya civakê me HPC û Hêzên Parastina Jinê ava kir. Pirsgirêk bi xwerêxistinkirina civakê çareser dibe. Dewleta Tirk bajarên me dagir kir, şewitand, zarok û jin qetil kir, her tişt talan kir. Li pêş çavên civakê ev kiryarên xwe pêk anî."

EM ÊRIŞ NAKIN, EM DIPARÊZIN

Xelîl ragihand ku ew êrişî xak û mafên kesî nakin, tenê xak û civaka xwe ji êrişan diparêzin û got, "Li dijî me şerekî qirêj dimeşînin. Dewleta Tirk dixwaze destketiyên gelan hemûyan ên li Rojava tine bike. Li dijî vê yekê em jî weke beşek ji civakê ji bo parastina destketiyên xwe radihêjin çekê. Tevahiya HPC'ê tevgereke çekdar nîne. Em tenê ji bo parastina xwe radihêlin çekê. Ji bo parastina civak, mal û xaka xwe em xwe bi rêxistin dikin. Em êrişî xaka ti welatî nakin. Em li xaka xwe ne. Em li bajarê xwe ne. Em li welatê xwe ne. Em li gundê xw ene. Em kolan, mal û bajarên xwe diparêzin. Parastinê jî em tenê bi çekê nakin, di heman demê de ji aliyê fikrî û psîkolojîk ve jî em parastinê civakî dikin. Dijminên me êriş dikin. Bêguman li dijî vê yekê em ê tevlî parastinê bibin. Piraniya Hêzên Parastina Civakî vê yekê ji xwe re dikin esas. Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Ermen di nava HPC'ê de hene."

BERPIRSYARIYA LI PÊŞBERÎ GEL Û JINAN

Şukriye Muslim a ji Parastina Jinê jî dayika sê zarokane. Hevserê wê di sala 2017'an de li Reqayê di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bû. Şukriye Muslim ji sala 2015'an ve di nava Hêzên Parastina Jinê de ye. Kurekî wê di sala 2014'an de li Kobanê dema li dijî DAÎŞ'ê şer kir birîndar bû. Keçeke wê jî di nava YPJ'ê de ye.

Şukriye Muslim anî ziman ku ji ber berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gel û jinan ew di nava Hêzên Parastina Jinê de ye û got, "Parastina civakî ji bo me gelekî girînge. Li dijî me gef û êriş hene. Li dijî van êrişan em her beşên civakê; jin, mêr, ciwan, extiyar her kes parastina civakî mezin dikin."

EM JI DIJMINÊ XWE NATIRSIN

Şukriye Muslim ragihand ku ew ti carî şer naxwazin, li dijî dewleta Tirk û çeteyên wan neçar in xwe biparêzin û destnîşan kir, "Em natirsin. Em ê netirsin. Dijminên me ji bo ku bi me paşve gavê bide avêtin şerekî qirêj dike û jinên me dikin hedef. Bi qetilkirina jinan dixwazin me lawaz bikin, lê belê me ti carî gav paşde nevaêt û em her tim li pêş bûn. Şehîd Hevrîn, Barîn, Avesta, Amara û gelek jinên din nîşan dan ku em natirsin û serî li hemberî wan natewînin. Em ê di rêya wan de heta dawiyê li ber xwe bidin. Wê ji berxwedana me bitirsin."

EM Ê DEST JI DESTKETIYÊN XWE BERNEDIN

Muslim destnîşan kir ku wê parastina jinê mezin bikin û got, "Şoreşa Rojava ji bo jinan firsendeke mezine. Ji bo parastina destketiyên xwe em ê ti carî paşve gavê neavêjin. Rêxistinkirina gel, kar, hildana çekê û cihgirtina li çeperan çi ji me bê xwestin em ê wê bikin."

Muslim got, "Ev xak bi xwîna şehîdan hate avdan. Li vê xakê dilê dayikan hemûyan dişewite. Dayik wê vê xakê ji çeteyan re nehêlin."

Şukriye Muslim herî dawî destnîşan kir ku wê heta dawiyê xaka xwe biparêzin.