‘Li dijî dagirkeriyê divê helwesteke tund bê girtin‘

Komxebata Diyalogê ya Navneteweyî bi dirûşmeya “Efrîn di navbera dagirkeriya Tirk û berjewendiyên navneteweyî de ye” li Kampa Berxwedan a li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê dest pê kir.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan, endama rêveber a Meclîsa Civaka Ermen a Hesekê Arîv Nersîs Kassabian, edîtorê giştî yê Kovara El Hîwar Dr. Azad Elî, endamê Meclîsa Serokatiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hisên Ezam, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê, Kongra Star, nûnerên MSD’ê, Meclîsa Kantona Efrînê, Meclîsa Kantona Şehba, Yekitiya Êzidiyan û saziyên din ên sivîl tev li komxebatê bûne.

Cîgirê hevserokatiya Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Remedan di destpêka komxebatê de axivî.

Mijara yekemîn a komxebatê bi sernavê “Bandorên siyasî yên dagirkirina Efrînê” ye.

Di komxebatê de wê mijarên; bandorên siyasî yên dagirkirina Efrînê, sûc û binpêkirin li gorî qanûnên navneteweyî, rê û rêbaz û tedbîrên stratejîk ên gengaz ji bo rawestandina binpêkirinan û bidawîkirina dagirkeriyê, wê werin nîqaşkirin.

Tê payîn ku kesayetên navdar ên mîna dîplompatê berê û akademîsyenê Zanîngeha Kolombiya ya Emerîkayê David Phillips, Nûnera Aştiyê ya Yemenê Raîde El-Zebhanî, mudirê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Ramî Ebdurehman, Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, Cîgirê Serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Muxtar Xebaşî, midûra Lêkolînên Aştiyê ya Peymangeha Aştiyê ya Kurdî-Emerîka Megun Judth, Serokê Saziya Maat a Aştiyê û Geşepêdan û Mafên Mirovan-Misir Dr. Emîn Eqîl û lêkolînerê û analîzvanê di şerên navneteweyî-Emerîka de pispor Thoreau Redcroft, tev li komxebatê bibin.

‘EM Ê HEMÛ HERÊMÊN DAGIRKIRÎ RIZGAR BIKIN‘

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî jî bi rêya Zoom‘ê tev li komxebatê bû. Ebdî, di destpêka axaftina xwe de bal kişand bi ser siyaseta dewleta Tirk a li Sûriyeyê û ya li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û wiha got: “Dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ne tenê tunekirina QSD’ê ku bi komên terorîst bi nav dike armanc dike, lê belê armanc dike ku herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dagir bike, demografiya herêmê biguherîne, dîroka gelên herêmê tune bike û gelên wê qir bike.”

'DIVÊ GELÊ SÛRIYEYÊ BERTEK NÎŞANÎ DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ BIDE'

Ebdî derbirî ku divê gelê Sûriyeyê li dijî dagirkeriya Tirk helwesteke hişk nîşan bide û wiha pê de çû: “Kiryarên dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên dagirkirî, ne rewa û hiqûqî ne. Ev kiryar û binpêkirinên ku dikevin asta destdirêjî, zêdegavî û sûcên şer, divê neyên rewakirin. Divê gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhate û gelên xwe li hember van sûcan bêdeng nemînin.”

‘DIVÊ RÛSYA Û AMERÎKA BI ERKA XWE RABIN’

Ebdî, bang li Rûsya û Amerîkayê kir ku helwesteke zelal li dijî siyaseta dewleta Tirk nîşan bidin û wiha li axaftina xwe dewam kir: “Divê Rûsya û Amerîka bi erka xwe rabin û li dijî siyaseta dagirkeriyê ya dewleta Tirk helwesteke zelal nîşan bidin.” Ebdî da xuyakirin ku QSD li dijî dagirkeriya Tirk disekine û wiha pê de çû: “Em ê her tim li dijî vê siyasetê bisekinin em ê planên dagirkeriyê têk bibin. Dewleta Tirk ji dema destwerdana Sûriyeyê kiriye û heta bi niha dixwaze planên xwe bi encam bike. Lê belê berxwedana gelê me li dijî dagirkeran, encamên bi dewleta Tirk xweş nayên bi xwe re anîn. Em ê di warên dîplomatîk, siyasî û leşkerî de kar bikin da ku planên dewleta Tirk pûç bibin.”

DAGIRKIRINA EFRÎNÊ

Ebdî, berxwedana koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê silav kir û got: “Şêniyên Efrînê ji beriya 4 salan ve li hember planên dagirkeriyê li ber xwe didin. Divê berxwedana xwe dewam û mezin bikin. Dagirkirina Efrînê komployeke navneteweyî bû. Em ê tevî şêniyên li herêmên dagikirî dijîn, Efrîn û herêmên din rizgar bikin. Sedemên derengmayîna rizgarkirina Efrînê hene, em hewl didin wan derbas bikin. Ji bo rizgarkirina Efrînê xebatên cidî divên.”

Mezlûm Ebdî, axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘’Banga min li gelê Kurd û hemû hêzên siyasî ew e ku helwesteke hevpar nîşan bidin. Divê gelê Kurd xwedî helwesteke hevpar be. Divê helwesta hêzên siyasî yên Kurd û gel yek be.”