Li dijî dagirkeriya Tirk li Eyn Îsa meşek hate kirin

Bi hezaran kesên li Eyn Îsa kom bûn, li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê meşiyan.

Bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel Çarxeriya Beca ya li naverasta navçeya Eyn Îsayê ya Herêma Firatê ji bo êrîşên dewleta Tirk a dagirker red bikin û binpêkirina li herêmên dagirkirî pêk tînin şermezar bikin, kom bûn.

Bi hezaran ji şêniyên bajar û herêmên Reqa, Dêra Zor, Kobanê, Minbicê, Tebqayê û koçberên herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine beşdarî meşê bûn û pankartên bi nivîsên"Em bang li civaka navdewletî dikin ku vegerin herêmên xwe", "Na ji dewleta Tirk a dagirker re", "Bijî Berxwedana Rûmetê" û "Bijî QSD’ê" û alên QSD’ê û wêneyên şehîdan, hildan.

Di meşê de axaftinên derheqê banga li civaka navdewletî û YE’yê hat kirine ku helwesteke cidî li ser binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên bi mafên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bigirin.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê sûriyê Abid Hamid El-Mihbaş axivî û îşaret pê kir ku QSD’ê di şerê li dijî terora ku dewleta Tirk bi rêya sînora xwe derbasî Sûriyê de qurbanî da.

El-Mihbaş wiha domand: "Piştî binketina planên DAÎŞ’ê, Erdogan artêşa xwe û çeteyên girêdayî xwe derbasî Sûriyê bi hinceta avakirina herêma ewle kir. Da ku demografiya herêmê biguhere, şerê şêniyên herêmê bike, tevlihevî û ne aramiyê pêk bîne."

Abid Hamid El-Mihbaş bang li rejîma Sûriyê kir ku bi pratîkê dest bi diyaloga sûrî-sûrî bike û tewanbariya nîşan nede û îtîrafê bi guhartina demogafriyê neke yan jî bi vegera rewşa beriya 2011’an nefikire.

Di dawiyê de El-Mihbaş bang li Rûsya kir ku rola navbeynkar bilîze û ne yekalî be. Her wiha jî li gor soz û peywerên ku wan ji şêniyên herêmê re dane, tev bigere.

Piştre jî li ser navê eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hamid El-Ferec destnîşan kir ku şêxên eşîran bi QSD’ê re ne da ku civakeke demokrat, piştevaniya avakirina welat ji tevan re bikin û parastina mûzaîka neteweyî bikin.

El-Ferec bang li rejîma Sûriyê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser xaka Sûriyê û binektina projeyên dewleta dagirker û çeteyên wê, tev bigere.

Hevseroka Meclîsa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl axivî û bang li civaka navdewletî û dewletên koalîsyonê kir ku helwesteke cidî derbarê guhartina demografî û binpêkirinên li bajarên ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, pêk bînin.

Di dawiyê de Hêvîn bang li dewletên koalîsyon û xwediyên biryar li cîhanê kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmê derxin, da ku vegera ewle ji şêniyên herêmên ku ji ber êrişên dijminatî koçber bûne, pêk bê.

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana QSD’ê û banga hevgirtina neteweyî di nav pêkhateyên gelê Sûriyê û şermezarkirina dijmin û sûcên wê de, bi dawî bû.