'Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derkevin'

Rûspiyên civaka Efrîn û Şehbayê û Şêxên Ereb bang li serokên eşîrên li Sûriyeyê kirin ku li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê derkevin.

Rûspiyên civaka Efrîn û Şehbayê û Şêxên Ereb doh li navçeya Fafînê li hev civiyan û serketina QSD'ê ya li rojavayê Firatê nirxandin. Di civînê de dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrîn, Ezaz, Bab û Cerablûsê hate nirxandin û bang li eşîrên li Sûriyeyê hemûyan hate kirin ku li dijî dagirkeriyê derkevin.

'KURD Û EREB DESTÊ XWE BIDIN HEV'

Li ser navê Eşîra Batoşê Xelef El-Mihemed serketina QSD'ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yê dijminê mirovahiyê pîroz kir û got: "Em bi hêviya yekbûna xaka Sûriyeyê ne. Ji bo wê ye divê Kurd û Ereb destê xwe bidin hev û li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabe." El-Mihemed bang li eşîr û hozên herêmê yên di bin dagirkeriya Tirk de ne kir ku li dijî dewleta Tirk derkevin.

'EM NE LI GEL PARÇEKIRINA XAKA SÛRIYEYÊ NE'

Yek ji rûspiyê herêma Efrînê Welîd Xûbarî got: "Em gelê Sûriyeyê ne li gel parçekirina xaka Sûriyeyê ne. Bang li hemû cîhanê dikin ku bila artêşa Tirk û çeteyên wê ji xaka Efrînê derbixin. Em rûspiyên Efrînê bang li QSD'ê jî dikin ku berê xwe bidin rojavayê Firatê ya ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine bikin. Dîsa banga me ji bo her kesê heye ku li dijî dagirkeriya Tirk derbikevin."

'EM GELÊ SÛRIYEYÊ DIKARIN ALOZIYÊN XWE ÇARESER BIKIN'

Ji eşîra El-Ximsî Şêx Elî El Xemîsî jî serketina QSD'ê ya li dijî DAÎŞ'ê pîroz kir û wiha bilêv kir: "Em bi hêvîne ku hemû xaka Sûriyeyê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne ji aliyê hêzên QSD'ê ve bê rizgarkirin. Bila hêzên biyanî bizanin ku gelê Sûriyeyê dikarin aloziyên xwe çareser bikin. " El-Xemîsî bang li eşîr û bi taybet eşîrên Îmaratê kir ku li hember dewlet Tirk serî bilind bike. Em welatên Sûriyeyê pêwîste destê hev bigirin. 

'EM LI DIJÎ HER CÛRE DAGIRKERIYÊ NE'

Rûspiyê eşîra Bobeneh jî destnîşan kir ku rê nadin tu kes bikevin navbera gelên Sûriyeyê û got: "Serketina QSD'ê ya li Rojhilatê Çemê Firatê pîroz dikin. Em li dijî her cûre dagirkeriyê ya li ser xaka Sûriyeyê ne, ji bo wê jî em dagirkeriya Îsraîlê ya li ser Sûriyeyê jî şermezar dikin."

'DAGIRKERIYA TIRK SÛRIYEYÊ PARÇE DIKE'

Ji eşîra Batûşeh ya herêma Şehbayê Îbrahîm Mûse dagirkeriya Tirkiye û Şehba şermezar kir. Mûse anî ziman ku dagirkeriya dewleta Tirk Sûriyeyê parçe dike û got: "Sûriye dikare aloziyên xwe di nava xwe de çereser bike."

'PÊKHATEYÊN SÛRIYEYÊ DESTÊ XWE DIDIN HEV'

Yek ji rûspiyê navçeya Cindirês a Kantona Efrîn Hec Welîd Hemedê, Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (QSD) pîroz kir. Hemedê anî ziman ku civîna wan kir ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê destê xwe bidin hev û ji bo dijminên Sûriyeyê bêjin; Sûriye xaka wan e, dest ji cih û warên xwe bernadin û got: "Em ê bi hev re Sûriyeyeke demokratîk ava bikin."