Li Dêrikê Cejna Saint Barbara hat pîrozkirin

Li Dêra Kildan a Dêrikê bi boneya Cejna Saint Barbara şahiya zarokan hat lidarxistin.

Li Dêra Kildan a Dêrikê ya Kantona Qamişlo bi boneya Cejna Saint Barbara şahiya zarokan hat lidarxistin. Bi dehan zarokên xiristiyan, Kurd û Ereb tevî malbatên wan beşdarî şahiyê bûn.

Piştî îbadeta xiristiyanan mamoste Seyda Îbrahîm, jiyana şehîd Barbara vegot. Piştre Koma Keçên Meryem şanoyek pêşkêş kir û li gel zarokan sirûdên olî xwendin.

Di dawiyê de genimê kelandî ku wekî sembola cejnê ye li beşdaran hat belavkirin.

Her sal, xiristiyan Cejna Barbara bi kevneşopiyên taybet pîroz diki. Di cejnê de zarok û ciwan bi rûdankên danîn li ser rûyên xwe serdana malan dikin û genimê kelandî tê belavkirin.