Li Dêrazorê sûîkast li rûspiyekî hate kirin
Li herêma Dêrazorê ya Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê bi sûîkastê rûspiyekî Ereb hate kuştin.
Li herêma Dêrazorê ya Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê bi sûîkastê rûspiyekî Ereb hate kuştin.
Li gorî çavkaniyên herêmî rûspiyê Ereb ê bi navê Fayîz Mensûr dema ji camiyê derket, komeke bi motorbisiklêt sûîkast lê kirin. Mensûr li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Di 10’ê Adarê de rûspiyê bi navê Ebdulrezaq Ebd El Mecîd jî ji aliyê kesên nasnameya wan nehate diyarkirin, hatibû kuştin.