Li Dêrazorê ji bo şehîd Ronî Welat merasîma leşkerî hat lidarxistin
Ji bo Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ronî Welat yê di 5’ê Kanûnê de şehîd bibû, merasîma leşkerî hat lidarxistin.
Ji bo Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ronî Welat yê di 5’ê Kanûnê de şehîd bibû, merasîma leşkerî hat lidarxistin.
Ji Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ronî Welat (Şêrwan Hesen) 5′ê Kanûnê di encama êrîşeke terorîst de li rojhilatê Dêrazorê de dema li ser erka xwe bû, hate şehîdxistin.
Li gorî nûçeya Navenda Ragihaninê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ji bo fermandar Ronî Welat merasîmê oxirkirinê li avahiya fermandariya Akademiyên Leşkerî ya Dêrazorê li dar xist. Endamên Fermandariya Giştî ya QSD′ê, şervan û fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê û rûspiyên eşîrên herêma Dêrazorê amade bûn.
Hêzên Komanos ên girêdayî QSD û Hêzên Antî-Teror ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevlî merasîmê bûn. Piştre endamê Fermandariya Giştî ya QSD′ê Loqman Xelîl axivî û li ser têkoşîna şehîd Ronî Welat got: "Hevrê Ronî ji bo avakirina artêşeke li gorî rêgezên neteweya demokratîk û ji bo parastina destkeftiyan gelan û jiyaneke bi rûmet û azad tê koşiya.′′
Fermandar Xelîl got ew deynarê fermandar Ronî ne û dê armancên wî bighînin serî û wiha got: “Hevrê Ronî ji bo şêniyên herêmê bibû hêvî. Hevrê Ronî li Dêrazorê, li cihê ku bidawîbûna rêxistina DAÎŞ a terorîst lê hatî nivîsandin, têkoşîn û berxwedan xwe dewam kir heta ku rêxistina terorîst bi dawî bû. Her wiha di jinûve avakirina hevgirtina civaka herêmê de kedeke mezin da. Fermandar Ronî ne tenê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di heman demê de ji bo tevahî gelê Sûriyeyê xizmetên bêhempa pêşkêş kir. ′′
Têkildarî merasîmê şehîd Ronî Loqman Xelîl got: "Merasîma hevrê şehîd Ronî li Dêrazorê hat lidarxistin; ji ber ku şêniyên herêmê Ronî wekî ewladekî xwe didît û ew hembêz kir. Eger em bixwazin navekî li vê meşê bikin em ê bêjin ′meşa gelan′. Em şehîdê xwe oxir dikin. Rastiya hevrê Ronî vedigere bi dehên salan, gotin rastiya xwe îfade nake. Eger em bixwazin navekî lê bikin ji bilî navê ′şehîdê yekitiya gelan′ em tu navên din layîqî wî nabînin."
Fermandar Loqman Xelîl bi navê Fermandariya Giştî ya QSD′ê sersaxî ji malbata şehîd Ronî û hevreyên wê û tevahî gelên herêmê re xwest. Fermandariyê got ku dê têkoşîna hevrêyê xwe bidomînin û tolê hilînin.
Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Leys Xeşam jî axivî û bal kişand ser rola şehîd Ronî di pêkanîna aramiya herêmê û têkbirina teroa DAÎŞ′ê de.
Di merasîmê de fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Sayîl El Zobai got, bi saya şehîdan ewlehî hatiye mîsogekirin.
Ji rûspiyên qebîleya Igêdat Fethî El Itêş û Feysel El Necres jî bal kişand ser têkoşîna şehîd Ronî Welat a têkbirina terora DAÎŞ li herêmê û piştgiriya xwe bi QSD′ê re anîn ziman.
Hevreyên şehîd cenaze li ser milan hilgirtin û ber bi Qamişloyê ve oxir kirin.
Cenazeyê Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ronî Welat wê sibe li Qamişlo bê veşartin.