Li Dêrazorê endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir li Dêrazorê endamekî wan şehîd bûye.

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh bi daxuyaniyekê nasnameya şehadekî ragihand. Hisên El-Salih di 1’ê Adarê de li Dêrazorê şehîd bû.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê şehîd: Hisên El-Salih

Navê bav: Hesen

Navê dayikê: Termûze

Cih û dîroka tevlêbûnê: Besîre, 21.03.2018

Cih û dîroka şehadetê: Ebû Hemam, 01.03.2022

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dawiya daxuyaniyê de ev yek destnîşan kir: "Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji malbata şehîd Hisên re dixwazin û dibêjin li hember fedakariya şehîdên xwe yên ku canên xwe ji bo parastina gelên xwe dan, bejna xwe ditewînin. Em soz didin ku heta mîsogerkirina ewlehî û aştiyê em ê rêya şehîdan bişopînin.”