Li Cindirêsê çete ketin qirika hevdu

Hate zanîn ku li navçeya Cindirêsê ya Efrînê di navbera komên çeteyan de şerekî mezin derketiye, kuştî û birîndarên wan hene.

Li navçeya Cindirêsê ya Efrîna ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, di navbera çeteyên ku ji aliyê Erdogan ve tên xwedîkirin û parastin şer derket.

Tê gotin ku di navbera çeteyên El-Emşat ên bi navê Sultan Silêman Şah, Polîsên Leşkerî û Feyleqa 3’yan de şerekî giran qewimî.

Her wiha hat diyarkirin ku ew şer piştî serdegirtina kargeha çêkirina madeyên hişbir ya ayîdê serçeteyê El-Emşat e pêk hatiye. Di vî şerî de birîndar û kuştiyên çeteyan hene.