Li Cindirêsê 2 sivîl hatin revandin

Dewleta Tirk a dagirker li taxek ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê yek jê mixtar 2 sivîl revand. Aqubeta wan nayê zanîn.

Li çavkaniyên herêmî, şebekeya sûcê “polîsê Leşkerî” ya dewleta Tirk avakirî muxtarê taxa El-Sînaa ku bi navê bavê Seydo tê naskirin, revand.

Çeteyên dagirker her wiha welatiyê bi navê Şêxmûs Xelîl ku li gundê Dêr Sewan ê navçeya Şera qeydkirî bû, revandin. Çarenûsa her duyan ne diyare.

Dewleta Tirk li hemû herêmên dagirkirî, bi taybet li Efrînê ku ji Adara 2018’an ve hatiye dagirkirin, rejîmeke teror û çete ava kiriye. Sûcên wek revandin, îdamkirin, êşkencekirin, talankirin, revandina bi zorê her roj li bajarê ku bi awayekî sîstematîk veguheriye cihê sûcên şer pêk tîne.