Yek ji damezrênerên Partiya Karkerên Kurditan (PKK) Sakîne Cansiz, Nûnera Kongreya Netweyî ya Kurdistan (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ên li Parîsê hatin qetilkirin li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera 10'emîn de hatin bibîranîn.
KOBANÊ
Li bi boneya protestokirina qetlîamên li Parîsê, li Kobanê meş hat lidarxistin û şehîdên Parîsê hatin bibîranÎn. Meş bi dirûşma "Bi ruhê Sakîne û Evînê em dê hesab ji kujeran bipirsin” bi beşdariya bi hezaran şêniyên Herêma Firatê ji qada Jina Azad dest pê kiriye li çerxerêya El Selam a li nêzî deriyê sînor ê Mirşd Pinarê rawestiya. Di meşê wêneyên şehîdên komkujiyên yekemîn û duyemîn ên Parîsê hildan, dirûşmeyên “Mirin ji faşîzman re”, “Soza me tolhildan e” û “Jin jiyana azadî” berz kirin.
Li vir, endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Zozan Bekir axivî û destnîşan kir ku ew dê li hember her kesî li ber xwe bidin ku hewl didin îradeya wan têk bibin û dê tola şehîdên xwe hilînin.
Bekir diyar kir ku bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hember hemû qetlîaman sekinîn û êdî dem dema azadiyê ye û dê şopdarên rêya Sakîne û hevalên wê bin.
Meş bi dirûşmeyên "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.
MINBIC
Şêniyên Minbicê, endamên saziyên jinan û Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ji bo bîranîna şehîdên qetlîama yekemîn û duyemîn ên Parîsê û şermezarkirina qetlîamên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê, xwepêşandan li dar xist.
Di xwepêşandanê de pankartên "Em bang li hikûmeta Firansayê û rêxistinên hiqûqî dikin ku kujerên çalakvan û siyasetmedaran li Parîsê eşkere bikin", wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên qetlîamênParîsê hatin hildan.
Xwepêşandan ji çerxerêya Mîzan dest pê kir û ber bi çerxerêya Masab a bi rê ket.
Li vir, endama Mala Jinan a xeta Farat Emîne El Cerah axivî û şehîdên qetlîamên yekemîn û duyemîn ên Parîsê bi bîr anîn û destnîşan kir ku şehîd Sakîne Cansiz roleke mezin di dîroka têkoşîna jinan a ji bo azadiyê de lîstiye û soza şopandina rêya wan da.
Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya Minbicê Ehmed El Cemîlî jî axivî û wiha got: "Em bi yekrêziyekê li hember hemû qetlîamên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çar parçeyên Kurdistanê disekinin, her wiha em bang li hikûmeta Firansayê dikin ku sûcdarên qetlîamênyekemîn û duyemîn ên Parîsê eşkere bike.
TEBQA
Li Tebqayê jî Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya xwepêşandanek li dar xist, tê de şêniyên bajêr beşdar bûn. Xwepêşandan ji pêşiya parka Şehîd Hevrîn Xelef dest pê kir û ber bi navenda nivîsgehê ya navenda bajêr ve bi rê ket. Xwepêşandêran pankartên "Em ê li ser şopa şehîdan şer bikin û tola jinan hilînin" û "Hedefgirtina şehîdan hedefgirtina rastiya jinan e" hildan.
Şêwirmenda Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Eylem Mihemed axivî û wiha got: “Şehîd Sakîne Cansiz û hevalên wê ji bo rizgarkirina jinan ji zilm û zordestiyê tê koşiyan. Divê em jî ji bo eşkerekirina sûcdarên qetlîama yekemîn û duyemîn ên Parîsê dengê xwe bilind bikin.”
HELEB
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, bi sedan jin, endam û nûnerên partiyan û saziyên sivîl li ser bangewaziya Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan daketin qadan û qetlîamên yekemîn û duyemîn ên Parîsê şermezar kirin.
Di xwepêşandanê de, beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên her du qetlîaman, pankartên “Jin jiyan azadî ”, “Na ji tundiya li dijî jinan” û “Berxwedana gelan komployê tune dike” hildan.
Xwepêşandan ji pêşiya jêrzemîna Yasîn a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir. Xepêşandêran dirûşmeyên “Sara, Rojbîn, Ronahî”, “Jin jiyan azadî ” û “Bemire dewleta Tirk a faşîst” berz kirin.
Xwepêşandan li qada Cibênat a li rojhilatê taxê rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de bi navê Kongra Star Suda Hesen axivî û bêdengiya Fransa li hember qetlîamên ku dewleta Tirk li ser axa wê pêk tîne, şermezar kir. Suad destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya îstîxbarata xwe li dewletên Ewropayê jinan dike hedef lê ew dewlet bêdeng in.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Elya Mihemed jî axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk ji hedefgirtina Sakîna Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan armanc kir ku fikr û idoelojiya rizgariya jinan têk bibe ji ber ku ji kesayeta jina azad a ku hişmendiya dewleta desthilatdar red dike, ditirse.