BI DÎMEN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coş û kelecana cejnê

Bi nêzîkbûna cejnê re liv û tevgera li sûkê zêde dibe, zarok kêfxweş dibin, li bajêr coşa cejnê rû dide.

LI ROJAVA AMADEKARIYÊN JI BO CEJNÊ

Beriya Cejna Remezanê ku ji bo Misilmanan gelekî girîng e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê liv û tevgereke zêde heye.

Tîna rojê zêde dibe. Li kolanan her wiha coş û kelecana cejnê jî zêde dibe. Kêfxweşiya zarokan, rûyê li ken ê malbatên wan. Ev roja bi kêffxweşî ya ku sibehê amadekariya cejnê tê kirin, malbat li hev kom dibin û mînakeke bedew a piştevaniyê nîşan didin.

Malbat dema ku kêfxweşiya zarokan dibînin hezkirin û aramiya wan jî hîn zêde dibe. Kêfxweşiya wan wateya rasteqîn a cejnê bi bîr dixîne û têkiliyên civakî jî xurt dike.

Bi nêzîkbûna rojên dawî yên meha Remezanê re li Rojava coş û kelecana cejnê ketiye nava mirovên li Rojava. Kolan bi amadekariyên cejnê xemilîne. Sûk bi kincên cejnê tijî bûye.

Li bazarê zêdebûha bihayê alavan bibe sedema nerazîbûna mirovan jî rûyê dikandaran dikene. Mirov dema ku ji bo amadekariya cejnê diçin sûkê, bihayê alavan didin ber hev û ya herî guncaw tercîh dikin.

Zarok jî bi kelecaneke mezin li benda roja cejnê ne.

Coşa cejnê li gel êrîşên dewleta Tirk û ambargoya li ser herêmê jî dewam dike. Bi nêzîkbûna cejnê re bajar vediguherin cihê kêfxweşiyê.