Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya 4’ê Nîsanê dar hatin danîn

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran pîrozbahî û çalakî hatin kirin.

ŞEHBA

Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şêniyên herêma Efrînê yên li kantona Şehbayê darên zeytûnê û darên dîtir li cihên giştî û parkan danîn. Her wiha Şaredariya Gel a Fafînê parkek bi navê Şehîd Roken Zeredeşt li navçeya Fafînê ya Şehbayê vekir.

Di vekirina parkê de, bi dehan endamên sazî, yekitî û partiyên siyasî amade bûn û dayika şehîd Roken Zeredeşt deriyê parkê vekir.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş û hevserokê Şaredariya Gel a Fafînê Idrîs Şêxo axivîn.

Axivêran rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li şêniyên herêma Efrîn û cîhanê pîroz kir.

Şêniyên herêma Efrînê ji Kurd, Ereb û Turkmen zêdetirî hezar darên cur bi cur ji zeytûn û hwd li qad û cihên giştî danîn û dîlan di ber stranên folklorîk re gerandin.

TIRBESPIYÊ

Pêkhateyên Tirbespiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi rêya çandina daran û dayîna semînerê ji hêla meclisa bajarokê Ebû Feri ve ji şêniyan re, pîroz kir.

Endama rêveberiya Kongreya Star Klara Edîsa semîner bi rê ve bir û tê de destnîşan kir ku jidayikbûna rêber Ocalan ji bo gelê Kurd û gelên herêmê vejîn e.

Dûvre şêniyên Ebû Feri li navçeya Tirbespiyê nêzî 100 dar li parka li navenda Kongreya Star a bajarokê danîn

Şaredariya Gel a Tirbespiyê bi hevkariya bi saziyên Rêveberiya Xweser ên li navçeyê re 400 darên cur bi cur li derdora Mizgeftê danîn.

Di hemleya çandina daran de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Etiya Umer axivî û rojbûna Rêber Ocalan li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

TIL HEMÎS

Komîteya Aborî, Komîteya Çandiniyê ya Til Hemîsê û Akademiya Rêzan Qamişlo a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) 500 darên bi ber, hawîrdor û gul li qada akademiyê, navenda navçeyê û 7 gundewarên navçeyê; Ebû Cirin, Micêrênat Mihel, Qêrewan, gundê Til Ehmed, bajarokê Til Ehmed, Ukaz, Xensa û Mişêrfa Başûr danîn.

DÊRIK

Bi dehan şêniyên gundê Bana Qesrê û gundê Carodiyê û endamên Meclisa bajarokê Eyn Dîwar şahiyek bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar xist.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevserokê meclisa bajarokê Eyn Dîwarê Hesen Hemze axivî û rojbûna rêber Ocalan li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

REQA

Komîteya Azadiya Rêbertî li Reqayê meşek bi beşdariya şêniyên Reqayê li dar xist. Meş ji Çerxeriya Saetê ber bi kolana Til Ebyed ve dest pê kir û diruşmên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

Meşvan deqeyeke rêz girtin, piştre bi navê Rêxistinên Civaka Sivîl Melek Mihemed, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Naşif û bi navê Komîteya Azadiya Rêbertî Feysel Beyrem axaftin hatin kirin.

Axivêran rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahî gelên azadîxwaz pîroz kir û diyar kir ku rêber Ocalan fikirên girêdayî yekitiya gelan û jiyana hevbeş pêşkêş kirye.  

Axivêran piştrast kir ku îro tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bûn û bi dengekî bilind bang dikin ‘Bê Serok jiyan nabe’ û dadgehên navneteweyî û komplogerên li dijî rêber Ocalan şermezar dikin.

Axivêran destnîşan kir ku 4’ê Nîsanê ji bo gelên di înkar û koletiyê re derbas bûne, roja veguherîna ber bi vejînê ye û bi rêya metoda rêber Ocalan civak bi rêya neteweya demokratîk veguherî civakeke azad û zindî.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê bi dawî bû.

EYN ÎSA

Şêniyên navçeya Cirin a girêdayî kantona Girê Spî bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahî li dar xist.

Şahî li gundê Îdaniyê yê bakurê rojavayê navçeya Cirin ji hêla Kongreya Star û PYD’ê û bi beşdariya şêniyên navçeya Cirin û şêniyên Eyn Îsayê ve hate lidarxistin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre hevseroka Meclisa navçeya Cirin Selwa Hesen rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahî gelên herêmê pîroz kir û piştrast kir ku divê ev roj bibe destpêka rizgarkirina herêmên dagirkirî û rizgarkirina dîlgirtiyan.

Dûvre şêniyan bi sedan darên bi berhem li Baxçeya Rêbertî danîn.