Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê gel ji bo Efrînê li qadan bû

Bi wesîleya salvegera dagirkeriya Efrînê ya ji aliyê dewlet Tirk ve, li Kantonên Qamişlo û Hesekê bi çalakiyan hate protestokirin.

Bi wesîleya salvegera destpêkirina êrîşa ji bo dagirkeriya Kantonûna Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve, li Qamişlo, Hesekê û herêmên Cizîrê hate protestokirin.

QAMIŞLO

Şêniyên Qamişloyê bi vê mebestê ji kolana Munîr Hebîb a li rojavayê bajêr heta avahiya Komseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Kar û Barên Penaberan a li Qamişloyê meşiyan.

Nûnerên gelek saziyên bajêr tevlî meşê bûn. Xwepêşendaran şaxên zeytûnê, wêneyên zarokên Efrînê yên ku sûcên dagirkera Tirk ên li dijî wan xuya dikin û pankartên “Wijdana mirovahiyê li ku derê ye”, “Qêrîna zarokên Efrînê bibihîzin” û “Zarokên Efrînê xilas bikin” hildan.

Meş li ber avahiya Komseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Kar û Barên Penaberan rawestiya û veguherî mîtîngê. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Îsam Ibrahîm û endama rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Kantona Qamişlo Semîre Mihemed axivîn û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrînê şermezar kirin û destnîşan kirin ku şêniyên kantonê li rex hêzên xwe bi vîneke xurt li hemberî wan êrişan 58 roj li ber xwe dan.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Bi dehan pêkhateyên navçeya Tirbespiyê yên Kurd, Ereb û Suryan meşiyan û bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk ên ku li Efrînê rojane pêk tên, berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Meş ji ber avahiya Kongreya Star a li rojhilatê navçeyê destpê kir û li naverasta navçeyê bi dawî bû. Şêniyan di meşê de şaxên zeytûnê rakirin û dirûşmeyên li dijî dagirkeriyê berz kirin.

Di meşê de bi navên Kongreya Star endama rêveber a kongreyê Necah El-Qiso û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) endamê rêveber Diyar Hesen axivîn û destnîşan kirin ku têkoşîna wan wê heta rizgarkirina Efrînê bidome û dagirkerî nikare vîna gelê Kurd bişikîne.

TIL HEMÎS

Di heman çarçoveyê de, şêniyên Til Hemîsê li pêşiya Navenda Tirafîkê kom bûn û dest bi meşê kir. Meş li Qada Şehîdan a li naverasta navçeyê rawestiya. Şêniyan di meşê de pankartên ji bo şermezarkirina êrişên li dijî Efrînê û dagirkirina wê ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve hildan.

Li Qada Şehîdan endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê Neyîre El Hemko û endama PYD`ê Hiyal El Xiwêr axivîn.

Axaftvanan da xuyakirin ku dewleta Tirk bi armanca têkbirina jiyana hevbeş a li Efrînê û şikandina vîna gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Efrîn dagir kir û gotin ku ew berdewama komploya 15`ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo ye.

TIL BAREK

Şêniyên navçeya Til Berak bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî Efrînê derketin xwepêşandanê.

Xwepêşandan ji pêşiya çerxerêya firneya navçeyê dest pê kir, xwepêşandêran pankartên " Na ji dagirkeriya Efrînê re", " Dem dema azadiyê ye ", " Efrîn destan û sirûda azadiyê ye ", "Efrîn çirûska azadiyê ye " û wêneyên şehîdên li Efrînê hildan.

Xwepêşandan li çerxerêya şehîdan li navenda navçeyê rawestî û Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a li navçeya Til Berak Weid Elêwî axivî û êrişên dewleta Tirk li dijî Efrînê şermezar kir û soza domandina têkoşînê heta rizgariya Efrînê da.

Rêveberiya Kongeraya Star a navçeya Til Berak Rîm Ebd Elah axivî û êrişên dewleta Tirk ên dijî Efrînê şermezar kir.

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê legê ya li Kantona Qamişlo bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li dijî Efrînê xwepêşandan lidar xistin.

Xwepêşandêran wêneyên şehîdên ku di berxwedana Serdemê de şehîd bûbû û şaxên zeytûnê hildan û siloganên ku berxwedana Efrînê silav dike û sûcên dewleta Tirk şermezar dike, berz kirin.

Xwepêşandan ji qada şehîd Xebat dest pê kir û navenda bajêr sekinîn, Hevserokê Meclisa Navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl axivî û dagirkeriya Tirk li dijî Efrînê şermezar kir û got:" Efrîn ji herêmên herî ewle bû, lê belê dewleta Tirk bi vê yekê razî nebû û Efrîn dagir kir, welatiyên resen koçber kirin û sûcên ne qanûnî li dijî şêniyên resen pêk anîn.

TIL KOÇER

Bi armanca şermezarkirina êrişên artêşa Tirk ên li dijî kantona Efrînê, îro şêniyên navçeya Til Koçerê meşek lidar xist û bi sedan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevlî meşê bûn.

Meş ji pêşiya dibistana Şewaf a li navenda navçeyê dest pê kir, piştre ber bi kolanên sereke ve meşiyan û li nêzîkî Şaredariya Gel a navçeyê meş veguherî mîtîngê. Li wir Hevserokê Meclisa Navçeyê Newaf El Xedan axivî û êrişên artêşa Tirk ên li dijî Efrînê şermezar kir û bang li gelê Sûriyê kir ku yekitiya xwe li dijî êrişên dagirkeran ava bikin û dawî li komployên li dijî xwe bînin.

DÊRIK

Bi hezaran pêkhateyên Dêrikê, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl li pêşiya navenda Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û armanca şermezarkirina dewleta Tirk a li Efrînê bi meşek lidar xist.

Xwepêşandan ber bi sûka navendî ya li bajêr ve çû û xwepêşandêran dirûşmeyçên silavkirina berxwedana Efrînê û şermezarkirina bêdengiya navneteweyî ya têkildarî sûcên li dijî Efrînê şermezar kirin.

Xwepêşandêr ber bi dêra Marşamûnî ve çûn û li vir meş veguherî mîtîngê.

Destpêkê deqeyek rêz hate girtin, piştre Hevserokê Şaredariya Gel a Herêma Dêrikê Feramez Hemo axivî û got ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo ku şêniyên wê koçber bike û malbatên çeteyan bi cih bike, êrişî Efrînê dike.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê meş ji pêşiya Qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Qada Şehîd Cîhad a li navenda navçeyê dom kir. Xwepêşandêran li Qada Şehîd Cîhad deqeyek rêz girtin û piştre şahida komkujiya ku ji aliyê artêşa Tirk li dijî Efrînê pêk anî Sûad Neasan axivî û bang li gelê Sûriyê kir ku asta têkoşîna xwe bilind bikin û dawî li dagirkeriyê bînin.

DIRBÊSIYÊ

Bi heman armancê, bi hezaran şêniyên navçeya Dirbêsiyê û gundewarê wê xwepêşandanek lidar xistin. Xwepêşandêran wêneyên şehîdan rakirin.

Xwepêşandanê ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê destpê kir û di kolanên sereke re dewam kir. Xwepêşandan li Qada Şehîdan veguherî mîtîngê.

Bi navê Rêveberiya Xweser Mihemed Hisên wiha axivî: “Îro salvegera 3`yemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser bajarê Efrînê ye, ku bi hevkariya navneteweyî pêk hat û li wir hemû cureyên çekên pêşketî hatin bikaranîn.”

Hisên diyar kir ku êrişa li ser kantona Efrînê, êrişa li ser destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya netewa demorkatîk e.

HESEKÊ

Bi hezaran pêkhateyên bajarê Hesekê û koçberên Kampa Serêkaniyê li dijî dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve, du xwepêşandanên cuda lidar xistin.

Her du xwepêşandan ji aliyê Kongreya Star û rêveberiya herêma Hesekê ve hatin orgenîzekirin. Xwepêşandana ku li navenda bajarê Hesekê hatibû lidarxistin ji pêşiya Şaredariya Gel a taxa Xiwêran destpê kir. Xwepêşandêran dirûşmên silavkirina berxwedana Efrînê û berxwedana şervanên QSD`ê û pankertên bi nivîsên “Na ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye” rakirin.

Li pêşiya Yarîgeha Beledî, Ebdulxenî Oso bi navê Rêveberiya Xweser wiha axivî: “Divê hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtî bin û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk bikin. Hemû pêkhateyên herêmê bi hev re li dijî terorê rawestin.”

KAMPA WAŞÛKANÎ

Li Kampa Waşûkanî jî, Kongreya Star bi hevkariya meclisa kampê re bi dirûşmeya “Na ji dagirkeriya Tirk re, dem dema parastina şoreşê ye” xwepêşandanek lidar xist.

Xwepêşandanê li pêşiya meclisa kampê destpê kir. Xwepêşandêran alên YPG, YPJ û QSD`ê û pankertên bi nivîsên: “Na ji dagirkeriya Tirk re, dem dema parastina şoreşê ye” rakirin.

Xwepêşandan li dawiya kampê veguherî mîtîngê, endama rêveberiya Kongreya Star li kampa Serêkaniyê Gulistan Mihemed axivî û diyar kir ku kantona Efrînê navenda ewlehiyê û çavkaniya aştiyê bû û wiha domand: “Armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji êrişên li ser Efrînê, derxistina gelê Efrînê û guhertina demografiya herêmê bû.”

TIL TEMIR

Li navçeya Til Temirê jî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî domdar êrişê dikin, îro bi sedan şêniyên navçeyê û endamên meclisên navçeyê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn.

Xwepêşandêran pankertên mezin ên bi nivîsên “Na ji dagirkeriya Tirk re, dem dema parastina şoreşê ye”, çiqilên zeytûnan û alên û sembolên QSD`ê û partiyên siyasî, rakirin.

Xwepêşandan li kolana kehrebeyê veguherî mîtîngê, li wê derê bi navê Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Lîlav Hisên û bi navê Meclisa Navçeya Til Temirê jî Ehemd Heyder axivîn.

Axaftvanan salvegera 3`yemîn a dagirkirina kantona Efîrnê bi bîr anîn û diyar kirin ku di salvegera sêyemîn a dagirkirina Efîrnê ji aliyê arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, ew nameyekê ji dagirkeran re dişinin ku dê Efrîn bi berxwedana gelên herêmê û hêzên leşkerî rizgar bibe.