Bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan

Bi wesîleya salvegera 3’an a salvegera dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve, li Bakûr û Rojhilatê Sûiye bi hezaran kes daketin qadan.

ŞEHBA

Li Şêrewaya navçeya Efrînê di salvegera 3’an a dagirkeriya Efrînê de meşek girseyî hate lidarxistin.

Meşa ku li ser rêya navneteweyî ya di navbera Efrîn û Helebê de destpê kirî heta gundê Zaretê dom kir.

Çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtin li ser navê Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Şiraz Hamo axaftinek kir. Li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El Ebîd axivî û diyar kir ku tenê daxwaza dewleta Tirk ew e ku biratiya di nava gelên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dijîn ji holê rake.

Li ser navê Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Eyşe Mehmûd soza ku xwîna şehîdan li erdê namîne da. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên ji bo Efrînê bi dawî bû.

HELEB

Bi hezaran kes tevlî meşa ku ji aliyê şêniyên taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê ve hatî organîzekirin, bûn.

Xwepêşandêr li kolanên taxên Şêx Meqsûdê geriyan û ber bi Qada Şehîd Destîna ya li rojhilatê taxa Şêx Meqsûdê ve çûn.

Li qadê meş veguherî mîtîngê. Piştre Hevserokê Meclîsa Giştî Mihemed Şêx û endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Fatima Hesîno axivîn.

Mihemed Şêxo da zanîn ku ew derveyî hêzên xwe yên ku ji zarokên wan pêk tê, xwe naspêrin tu hêzan. Mihemed Şêxo diyar kir ku baweriya wan bi HRE, QSD û YPG`ê tê. Şêxo di dawiya gotina xwe de destnîşan kir ku serkeftin ji her demê zêdetir nêzîk bûye, ji ber ku dem hatiye li dijî artêşa Tirk serî hildin û hesabên pêkanîna sûcan jê werin xwestin.

Endama Nivîsgeha Têkiliyên Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Fatima Hesîno jî axivî û got armanca wan yekitî ye, da ku ji xetereya artêşa Tirk dûr bikevin û parastina gelên xwe ji sûcên wê bikin.

Fatima Hesîno bang li koçberên ji Efrînê kir ku heta rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran, têkoşîna xwe berdewam bikin.

REQA

Di salvegera 3`yemîn a destpêkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser kantona Efrînê ku di 20`ê Çileya 2018`an de destpê kirin û di 18`ê Adara heman salê de Efrîn hate dagirkirin, Meclîsa Sivîl a Reqayê xwepêşandanek organîze kir.

Bi sedan şêniyên Reqayê û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandêr di kolanên sereke yên bajêr re geriyan. Xwepêşandêran alên QSD`ê û pankartên “Na ji dagirkeriya Tirk re, em destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin, jinên Reqayê ji bo jinên Efrînê li hemberî zordar Erdogan serî hildidin” rakirin.

Xwepêşandan li Qada Îtfaiyê veguherî mîtîngê, li wê derê sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd axivî û bal kişand ser berxwedana xelk û şervanên Efrînê li hemberî dagirkeran.

Sîham her wiha diyar kir ku Erdogan û çeteyên xwe bi rêya dagirkirina Efrînê hewl da projeya Rêveberiya Xweser li herêmê têk bibin, lê belê bi saya israra şêniyên Efrînê û hevgirtina pêkhateyên wê nikarîbû wê armancê pêk bîne.

Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê destnîşan kir ku Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê berpirsa berdewamkirina dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve û sûcên li dijî şêniyên Efrînê yên resen e.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê şêx Mihemed Nûr El-Zîb jî bal kişand ser rola ciwanên Efrînê di rizgarkirina bajarê Reqayê de û got: “Wekî ku şêniyên Efrînê ji bo rizgarkirina bajarê me şehîd dan, em soz didin ku em ê jî şehîdan ji bo rizgarkirina xaka wan bidin.”

El-Zîb wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker bi dagirkirina Efrînê xwest ku pêngava Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî DAIŞ`ê rawestîne, lê belê ew bi ser neket. Em îro di hemû aliyan de berxwedana xwe didomînin.”

Yek ji fermandarên leşkerî yên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Feysal El-Salim jî tekez kir ku berxwedana wan ji bo rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji dewleta Tirk û çeteyên wê, berdewam e. El-Salim soza rizgarkirina her bihosteke xaka Sûriyê ya dagirkirî, nû kir.

Mîtîng bi sînevîzyonekê ku Meclisa Ciwanan a Reqayê li ser sûcên dagirkeriya Tirk li dijî şêniyên Efrînê amade kiriye, bi dawî bû.