Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên li dijî Şengalê hatin şermezarkirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên hikûmeta Kazimî yên li ser Şengalê bi daxuyaniyan hate şermezarkirin. Di daxuyaniyan de êrîş weke qirkirina li hemberî Êzidiyan hate binavkirin û banga hestiyarê li raya giştî hat kirin.

Li Dêrikê û Dirbesiyê êrîşên hikûmeta Kazimî yên li ser Şengalê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin.

DÊRIK

Li Dêrikê bi dehan endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, saziyên civaka sivîl li qada Navenda Kar û Barên Civakî kom bûn û bi daxuyaniyekê êrîşên hikûmeta Kazimî yên li ser Şengalê şermezar kirin.

‘EM Ê LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN BÊDENG NEMÎNIN‘

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ibêd daxuyanî xwend. Ibêd anî ziman ku ew weke malbatên şehîdan ligel hêzên Şengalê ne û wiha got: “Em weke gel û malbatên şehîdan ligel hêzên Şengalê ne. Hikûmeta Iraqê, PDK û dewleta Tirk a dagiker dixwaze vîna xelkê Şengalê têk bibe. Êrîşên li hemberî Şengalê ne qanûn û ne jî exlaq qebûl dike. Em ê weke gelê herêmê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin. Civaka Êzidî xwedî îrade û hêz e. Bi saya fikir û ramanên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurdistanê tu hêz nikare têkoşîna wan bişîne.“

‘BERXWEDANA DAYIKÊN ŞENGALÊ‘

Di daxuyaniyê de Ibêd, berxwedana dayikên Şengalê pîroz kir û wiha got: “Dayikên pîroz li hemberî êrîşên hikûmeta Kazimî çek hildan. Ev helwestek pîroz û herî rewa ye. Dema banga azadiyê hatiye û divê her kes parastina nirxê gelan, şopandina rêya şehîdan û fikir û felsefeya Rêber Apo berdewam bike. Em ji Dêrikê weke gel û Meclîsa Malbatên Şehîdan berxwedana gelê Şengalê silav dikin. Di şexsê Şehîd Feraşîn de em hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bibîrtînin.“

Ibêd, di dawiya daxuyaniyê de xiyaneta PDK’ê ya li hemberî gelên Kurdistanê şermezar kir.

DIRBÊSIYÊ

Li Dirbêsiyê jî bi beşdariya gelek kesan daxuyanî hat dayîn û êrîşên hikûmeta Kazimî yên li ser Şengalê şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Navçeya Dirbêsiyê Rustem Bekir ve hat xwendin. Bekir anî ziman ku plan û kompoloyên Iraqê, PKD û Tirkiyeyê êdî bi aşkera ye. Bekir diyar kir ku artêşa Iraqê êrîşên berfireh dibe li ser civaka Êzidî û got: “Ev şer li hemberî civaka Êzidî ye û digêje asta qirkirinê. Êrîşên hikûmeta Iraqê û êrîşên dewleta Tirk a dagiker ên hemwext binpêkirina serweriya Iraqê ye. Ev êrîş derqanûnî û derexlaqî ye.“

Daxuyanî bi merzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.