Li Amûdê û Girê Spî êrîşa Şengal hate protestokirin

Sûîkasta artêşa Tirk a 15’ê Tebaxê li Şengalê pêk anî, li Amûdê û Girê Spî bi çalakiyan hate protestokirin.

Li çerxerêya Jina Azad a Amûdê bi armaca şermezarkirina dewleta Tirk û hevkarên wê meşek hate lidarxistin. Di meşê de Mala Êzidiyan a Herêma Cizîr û Nûnerên Rêveberiya Xweser jî amade bûn.

Di meşê de wêneyên endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ’ê hatin bilindkirin. Dîsa pankartên bi nivîsa “Şengal sembola bexwedanê ye” û “Ji dagirkeriya dewleta Tirk re na” hatin vekirin.

Piştî meşa heta qada Şengalê li vir daxuyaniyek hate dayîn çapemeniyê. Di daxuyaniya li ser navê Mala Êzidiyna û Yekîtiya Êzidiyên Efrînê hate kirin de, bal hate kişandina ser êrîşa li Şengalê û ev tişt hate gotin: “Bi van kiriyaran dixwazin vîna gelê me û gelê me teslîm bigirin, lê bi têkoşîna xwe em rê nadin ku ew bi gihêjin armancên xwe. Em ê li ser rêya şehîdan bimeşin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi vê êrîş dewleta Tirk dixwaze tola çeteyên DAIŞ’ê di serî de li Şengal û hemû herêmê têk çûbû, hilîne.

Bi heman armancê bi tevlîbûna sedan kesî li Kantona Girê Spî jî êrîşa li Şengalê hate protestokirin. Çalakvanên ku ji Girê Spî, Eyn Îsa û Silûkê hatibûn ba hev li çerxerêya Firina El-Îskan kom bibûn, ji vir dest bi meşê kirin heta çerxerêya Qefesê.

Di mîtîna li vir hate kirin de Alîkarê Hevserokê Meclîsa Kantona Girê Spî Sabrî Nebî axivî û diyar kir ku êrîşa li ser Şengalê komployeke li hemberî gelê azadîxwaz û berxwedêr e. Nebî nerazîbûn nîşanî Bexda û hikûmeta herêmê kir ku bi rêdayîna balafirên şer ên Tirk ku li Şengalê êrîş pêk aniye.

Mîtîng ib dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û posterê Serokkomarê Tirk Erdogan şewitandin ve bi dawî bû.