Li Amûdê li dijî êrîş û tecrîdê meşek girseyî hat lidarxistin

Li Amûdê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û pergala êşkenceya li Îmraliyê meşek girseyî hat lidarxistin.

Li bajarê Amûdê yê Kantona Cizîrê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û pergala êşkenceya li Îmraliyê meşek girseyî hat lidarxistin. Endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û gelek welatî tevlî meşe bûn.

Meş ji qada Şehîd Cîhad heta navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê dewam kir. Di meşê de pankarên "Li dijî dgirkerî û xiyanetê cenga azadiyê ser bixin" hatin vekirin û bêyî navber dirûşmên "Na ji êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re", "Bimire xiyanet", "Bijî Serok Apo", "Berxwedan jiyan e" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin berzkirin.

Li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê daxuyaniyek ji aliyê endama tevgerê Sîham Hesen ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, pergala êşkenceyê û qirkirinê ya li Îmraliyê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê herêmê dê ji bo bidestxistina serkeftinê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya şehîdan berdewam bike.

Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû