'Li Şêxmexsûdê yên dilmezin şer kirin'

"Li Şêxmexsûdê hijmara me kêm bûn, lê rêhevalên xwedî dilên mezin û ciwan li hemberî her cûre êrîş û teknîkê şer kirin û berxwedanekî destanî danîn."

Bajarê Helebê, bû yek ji bajarê herî zêde ku di encama êrîş û şerê dijwar de hatî rûxandin. Bi dehan komên çete û hêzên bi navê cuda ji bo vê bajarê kevnar xira bikin, hovîtiyên mezin kirin. Êdî Heleba ku bi çanda xwe û bi cih warên xweyî dîrokî ku di kilamên borî de bi pesin û xweşkahiyan, timî mirov dikirin heyranê xwe şahidî ji şer, wêran, êş û berxwedanekî dîrokî re dikir. Gelê Kurd yê berxwedêr bi keç û xortên xwe, li taxên Şêxmexsûd û Eşrefiyê destaneyên lehengiyê nivîsandin. Navê vê destana gelê hêja û şervanên sedsala 21’emîn, ‘Berxwedan’ bû. Şervanên YPJ’ê yên ku pêşengiya berxwedana dîrokî kiribûn, îro bi heman rolê radibin. Şervanên yekîneyên parastina jin YPJ’ê dibêjin, ''Me li her çeperê bi berxwedanê bi ked û xwîna şehîdan parast. Di vê serdema dîrokî de ya ku em dijîn parastina destkeftiyên gelê me û bûyîna parêzvanên hêviyên şehîdan ji bo me deyn e.

Şervanên YPJ’ê yên li eniya bajarê Helebê, ku di yekîneya xweser de cih digrin, li ser girîngiya çeperên ku bi lehengiya hevrêyên xwe bi dest xistin diparêzin axivîn û gotin; “Li Şêxmexsûdê hijmara me kêm bûn, lê rêhevalên xwedî dilên mezin û ciwan li hemberî her cûre êrîş û teknîkê şer kirin û berxwedanekî destanî ava kirin.”

Şervana YPJ’ê Pelşîn Baz, behsa girîngiya berxwedana Şêxmexsûd û her wiha hebûna wan ya li Helebê kir û wiha got; “Li Helebê, bi taybet li taxên Şêxmesûdê berxwedaneke giranbuha çêbû. Ev Berxwedana dîrokî, ji Kobanê heta Şengal û eniyên din mora xwe li vê serdema em dijîn xist. Êrîş û hovîtiya ku dewlet û çeteyên girêdayî wan li ser Helebê kirin, ne ji rêzê bûn. Lê li hemberî van êrîş û şerê dijwar, berxwedana bi pêşengiya gelê me û hevalên me de pêş ket, ji bo her kesî bû berxwedana seddsalê. Berxwedana li Helebê bi şerê gel ê şoreşgerî bi serket. Bi pêşxistina wê berxwedanê me hêzên jin, xwe li Helebê bi rêxistin kir û bi perwerdeyê em xwe ava dikin. Em di warê ezmûniya leşkerî de, siyasî û bîrdozî de xwe perwerde dikin. Em di ronahiya fikir û bîrdoziya Rêber Apo ji bo jin pêşxistiye xwe zane dikin. Di vê demê de gefên êrîş û dagirkeriyê li ser xak û gelê me heye, ji bo wê em xwe di warê leşkerî de hîn zêdetir dixwazin xwe bi hêz bikin.”

Şervana YPJ’ê ya bi navê Berçem Argêş, li ser ked û fedekariya rêhevalên xwe yên şehîd di berxwedana Helebê axivî. Soza parastina wan destkeftiyan da got; “Eger em îro behsa destkeftiyan dikin, li van eniyan li ber xwe didin ev bi saya hevalên me yê şehîd ava bû. Rêhevalên me yên şehîd bi felsefeya jiyana azad a Rêber Apo têkoşiyan. Em hevalên jin li qada Şêxmexsûd bi xwe rêxistinkirina xweser çeperên berxwedanê diparêzin. Me ev qadên xweser bi keda hevalên şehîd û keda Rêber Apo, bi dest xistin. Ev qadên xweser, ji bo me wateya xwe mezin e, ji bo me hevalên jin qadên avakirina vîna azad, dîtina hêza xwe û pê bawerbûnê îfade dikin. Berxwedana li Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û li Şêxmexsûd û li eniyên din bi pêşengiya jinê geş bû. Em bi wê hêvî û baweriyê di van çeperan de li ber xwe didin. Ji niha û pêde jî, ji bo têkbirina dagirkeriyê em amade ne li ber xwe bidin. Ji bo em hêviyên hevalên xweyî şehîd bi cih bînin û ji bo azadiya Rêber Apo misoger bikin em ê tekoşîna xwe geş bikin.''