Li Şerayê sivîl bûne hedef: Şehîd û birîndar hene
Gundê Meryemînê yê bi ser navçeya Şerayê ya Efrînê hate bombekirin. Tê gotin ji gelê sivîl şehîd û birîndar hene.
Gundê Meryemînê yê bi ser navçeya Şerayê ya Efrînê hate bombekirin. Tê gotin ji gelê sivîl şehîd û birîndar hene.
Di roja 49'an a êrîşên dagirker ên Tirk de cih û warê sivîl dîsa bûne hedef.
Artêşa Tirk a dagirker vê sibehê gundê Meryamînê yê navçeya Şerayê kire hedef. Gundê ku gelek sivîl lê dijîn bû hedefa obûsan.
Li gorî agahiyan ji sivîlan şehîd û birîndar hene. Ji ber bombekirina zêde hê ji gund agahiyên berfireh nehatiye wergirtin.