Li Şerayê 2 wesayîtên dagirkeran hatin teqandin
Şervanên YPG/YPJ'ê li navçeya Şera ya Efrînê 2 wesayîtên leşkerî yên hêzên Tirk ên dagirker rûxandin.
Şervanên YPG/YPJ'ê li navçeya Şera ya Efrînê 2 wesayîtên leşkerî yên hêzên Tirk ên dagirker rûxandin.
Di roja 56'an a êrîşên artêşa Tirk a dagirker de, 2 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şervanên YPG/YPJ'ê li gundên Meydankê û Naza yên navçeya Şerayê 2 wesayîtên leşkerî yên dagirkeran rûxandin.
Duh jî li herêma navborî 2 wesayîtên leşkerî hatibû rûxandin, 29 çete û 2 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.