Li Şera çalakiya xurt, li Bilbilê şer

Di roja 49'an a êrîşên dagirkeriyê de li navçeya Şera çalakiyeke xurt li dijî hêzên dagirker hate kirin. Di encama vê çalakiya YPG/YPJ'ê de gelek leşker û çeteyên dagirker hatin kuştin. Li gundê Baxçe yê Bilbilê jî şerekî dijwar diqewime.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li gundê Mezraha yê navçeya Şera ya Efrînê, şervanên YPG/YPJ'ê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke xurt pêk anîn.

Hat ragihandin, di çalakiyê de gelek leşker û çeteyên dagirker hatin kuştin. Lê belê agahiyên berfireh li ser çalakiyê bi dest neketin.

Wekî din li gundê Baxçe yê navçeya Bilbilê, di navbera şervanên YPG/YPJ û hêzên dagirker de şerekî dijwar diqewime. Balafirên şer ên dagirkeran bombeyan li herêmê dibarînin.

Balafirên şer ên Tirk bombe li derdora gundên Girê Qaziliqe û Kefer Sefrê yên Cindirêsê barandin. Li herêmê şerekî dijwar diqewime.

Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê roja 20'ê Çileyê dest pê kirin ev 49 roj in bê navber dewam dikin.