Li Şehbayê şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmekê hatin bibîranîn

Bi tevlîbûna bi sedan kesî cenazeye şervanê QSD’ê Xabûr Hewar û şervanên YPJ’ê Şayan Sebrî û Binefş Cûdî) bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê îro merasîmek li Kampa Berxwedan ya li kantona Şehbayê şervanê QSD’ê Reşîd Mûsa (Xabûr Hawar) û şeravên YPJ’ê Bêrîvan Hisên (Şayan Sebrî) û Şîlan Hedad (Binefş Cûdî) ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûn, bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Di merasîmê de bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endama rêveberiyê Sûreya Hebeş, bi navê Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Fatime Lakto û bi navê Meclisa Kantona Şehbayê endama meclîsê Ezîzê Beşar axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û silav li Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê û şervanên QSD`ê ku parastina gelê xwe dikin, kirin.

Endama Meclîsa Kantona Şehbayê got lehengiya ku di parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hat, wê rêya ber bi serkeftin û derxistina dagirkeran ji Sûriyê be.

Paşê nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi dirûşmên silavkirina berxwedanê bi dawî bû.