Li Şehbayê Newroz: Berxwedan wê Efrînê rizgar bike

Endama Desteya Serokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsiv li Newroza Şehbayê axivî û got, "Bi berxwedana gelê Efrînê re wê Efrîn careke din rizgar bibe."

Newroza Şehbayê

Şahiya Newrozê bi vêxistina agirê Newrozê dest pê kir. Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi dûrişma “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêkê Kurd re çareserî” Newroza xwe pîroz dikin.
Pîrozbahiya Newrozê li Elûşe ya navçeya Ehdasê tê pîrozkirin. Piştî vêxistina agirê Newrozê û guhdarkirina li perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif axivî.
Foza Yûsif got: “Berxwedana gelê Efrînê heta rizgarkirina Efrînê berdewam e. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê nikarin îradeya me bişikînin û me têk bibin. Hemû îmkanên me ji bo rizgarkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji dagirkeriyê ne."
Foza Yûsif di berdewama axaftina xwe de got: "Em nikarin bêjin ku em azad in heta em Efrînê rizgar bikin, ji 6 salan ve şêniyên me li Şehbayê li ber xwe didin û derewên rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî eşkere dikin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bê deng in. Divê zextê li Tirkiyeyê bikin da ku wê ji Efrînê derxin."
Yûsif, diyar kir ku dê Newroz li Efrîna dagirkerî were pîrozkirin û wiha domand: "Dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe rewa bike, çawa wê Newrozê pîroz bikin piştî ku peykerê Kawayê Hesinkar li Efrînê rûxandin. Lê bi ruhê gelê Efrînê dê Efrîn bê rizgarkirin.”
Foza Yûsif, di dawiya axaftina xwe de soza domandina têkoşînê da û got: "Divê em asta têkoşîna xwe bi heman îrade û baweriya ku çavkaniya wê di hundirê her Efrîniyekî de ye, bilind bikin da ku dagirkeran biqewitînin."
Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Ronesansê ya Sûriyeyê Mistefa Qeleçî jî axivî û got: “Bi hêviya rizgarkirina herêmên dagirkirî bê kirin û gel vegere cih û warê xwe. Her wiha ji bo van zarokan siberojek baş were avakirin."
Şahî bi çalakiyên hunerî dewam dikin.