Li Şehbayê mafên bingehîn ên jiyanê tên astengkirin

Herêma Şehbayê di navbera dorpêça hikûmeta Şamê û bombebarana Tirkiyê de ye. Li Til Rifetê çarenûsa 17 hezar û 591 kesan di metirsiyê de ye. Şêniyên Efrînê gotin, “Em ê heta dawî li ber xwe bidin.”

Di sala 2018’an de piştî ku Kantona Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin, bi sed hezaran şêniyên Efrînê neçar man ku bi darê zorê koçî herêmên cuda yên Sûriyê bibin. Lê piraniya wan li herêma Şehbayê bi cih bûn, ku niha zêdetirî 300 hezar koçberên Efrînê, li Şehbayê dijîn.

Herêma Şehbayê ya ku di sala 2017'an de ji aliyê şervanên YPJ/YPG’ê ve ji çeteyên Cebhet El-Nusira û rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê hat rizgarkirin, dikeve navbera Kantona Efrîn û bajarê Helebê. Herêm ji çend gund û bajarokan ku herî mezin ji wan Til Rifete, pêk tê.

Navçeya Til Rifet 35 km dûrî rêya navneteweyî ye ku ji bajarê Dîlokê ya Bakurê Kurdistan heta navenda Helebê dirêj dibe. Li ser bilindahiya 457 metreyan ji asta deryayê ye û rûbera wê ya rêxistinî 710 hektar e û li ser bajarekî kevnar e. Bi navê Arfad tê naskirin. Dîroka wê giran buhaye, cihê erdnîgariya wê dihêle ku bibe navendeke ji bo hemû gundên derdorê. Gelek gundên wê hene, mînak Kefer Xaşer, Til Celbîn, Mare, Şêx îs, Meng, Eyn Deqne, Kefer Antûn, Til Acar, Kefer Karmîn û baxçeyên Kefer Naya. Li aliyê bakurê Til Rifetê navçeya Ezazê ye, ya ku di bin kontrola dagirkeriya dewleta Tirk de ye, ji aliyê rojhilat ve navçeya Mare ye, ji aliyê başûr ve navenda Cebel Seman û navçeya Nublê ye û ji aliyê rojava ve navçeya Efrînê ye.

Til Rifet rastî gelek pêkanînên qirêj yên dewleta Tirk a dagirker hatiye, di encama van pêkanînan de 28 kes hatin kuştin ku ji wan 8 zarok bûn.  16 roj in gel di navbera berxwedan, tarîtî û bomberdûmanê de ne.

Hikûmeta Şamê dorpêça xwe ya nerewa li ser herêma Şehba berdewam dike û rê nade ku sotemenî, derman û erzaq derbasî herêmê bibe. Kêmbûna sotemeniyê bûye sedema qutbûna ceyranê li tevahiya navçeyê. Ji ber vê rewşa giran a dorpêçê tenê beşa awarte ya nexweşxane dixebite. Piraniya beşên nexweşxaneyê girtî ne.

Di vê çarçoveyê de şêniya Efrînê Meryem Ebdulrehman Omer nerazîbûn nîşanî êrîş û dorpêçê da û got, "6 sal in hikûmeta Şamê dorpêça xwe li ser gel pêk tîne. Lê îsal dorpêça xwe hîn zêdetir kiriye. 16 roj in kantona Şehba bi dorpêçeke giran re rû bi rû maye. Rê nayê dayîn ku derman û pêdiviyên bingehîn derbasî kantonê bibin.”

Omer êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî bibîr xist û wiha axivî, “6 sal in êrîşên dewleta Tirk a faşîst li ser herêmên Şehba û bi taybetî jî li dijî bajarê Til Rifetê berdewam dike. Li dijî sivîlan êrîş pêk anîn û di encamê de gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan. Lê hêzên navneteweyî li dijî van êrîş û komkujiyan xwe ker kirin. Divê bê zanîn dorpêça hikûmeta Şamê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker, dê bandorê li berxwedana me neke. Heta herêmên me tev azad dibin, em ê li ber xwe bidin.”

Cegerxwîn Şêxo, jî ev tişt anî ziman, "Piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser bajarê Efrînê û berxwedana 58 rojan ji aliyê gel ve hate nîşandan, gel neçar ma li dijî êrîşa giran bi darê zorê koçî herêma Şehbayê bikin. Piştî bi cih bûna şêniyan li herêmên Şehba, hikûmeta Şamê dorpêça xwe ya tinekirinê li ser herêman da destpêkirin. Li aliyê din jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên me bi taybet navçeya Til Rifatê didomin. Armanca van polîtîkayan ew e ku careke din gel ji herêmên Şehbayê derbixin û ji bajarê Efrînê dûr bixin. Mafê jiyanê tê binpêkirin. Em nikarin ji mafê tenduristiyê sûdê werbigirin. Ji ber nebûna ceyranê, li vir hema hema jiyan rawestiya ye."

Cegerxwîn Şêxo, bang li rêxistinên sivîl û hêzên navneteweyî kir ku li dijî sûcên dijmirovahî ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û hikûmeta Şamê ve tê pêk anîn bikevin nava tevgerê.