Li Şehbayê ji bo Mam Zekî şîn hate danîn

Yekîtiya Êzidiyan a Efrînê ji bo Mam Zekî yê ku bi sûîkasta dewleta Tirk hatibû şehîdkirin li Kampa Berxwedan a Efrînê şîn danî. Bi sedan kes çûn sersaxiyê.

Piştî rêzgirtinê Endamê Koordînasyona Civata Êzidiyan ê Efrînê Silêman Cafer di şînê de axivî. Cafer got ku, “Şehîd Zekî Şengalî li her dera Kurdistanê, ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiya.”

Cafer diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze gelê Kurd qir bike û dewleta Tirk bi taybetî Êzidiyan dike hedef.

Endam Meclîsa Malbatên Şehîdan Henan Nesro jî got ku, “Nêz e ku desthilatdar têk biçin. Em ji cîhanê re dibêjin ku bi hezaran kes hene ku dikarin alaya têkoşînê li ba bikin.”

Hevserokê Meclîsa Gundê Ehdasê yê navçeya Fafînê Ehmed Silêman jî got ku, “Dijmin pêşengên gelê Kurd dike hedef û dixwaze nasnameya gelê Kurd tune bike. Li ser bingeha neteweya demokratîk me bi hezaran şehîd dan.”

Merasîm bi sloganên ji bo şehîdan bi dawî bû.