Li Şehbayê ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd daketin qadan

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Efrîn û Şehbayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Fafînê meşeke bi meşale lidarxistin.

Ciwanên Şoreşger ên Efrîn û Şehbayê îro li Fafînê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşeke bi meşale lidarxistin.

Ciwanan bi dirûşmeya “Soza ku ji Rêbertiyê re were dayîn, peymana bi şehîdan, partî û gel re ye, bi xezeba ciwanan em ê faşîzimê têk bibin û pergala Îmralî bişkînin” dest bi meşê kirin.

Ciwanên şoreşger ji destpêka ketina nava Fafînê heta ber dibistana Fafînê ve meşiyan.

Li dibistanê piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyana cangoriyên azadiyê ciwanan daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Ciwanên Şoreşger Ferîde Nesan ve hate xwendin.

Meşa ciwanan piştî xwendina daxuyaniyê bi dawî bû.