Li Şehbayê bi wesîleya Roja Mafên Mirovan daxuyaniyek hate dayîn

Li Kampa Serdem a Şehbayê saziya mafên mirovan bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan daxuyaniyek da.

Bi wesîleya Roja Mafên Mirovan li Kampa Serdem a Şehbayê bi tevlîbûna xelkê Efrînê ji aliyê saziya mafên mirovan ve daxuyaniyek hate dayîn.

Daxûyanî bi zimanÊ Erebî û Kurdî ji aliyê Zeyneb Mihemed û endama saziya mafên mirovan Heyhan Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin;

“10’ê Kanûna 1948’an civaka navnetewî yekemîn car roja mafên mirovan a cîhanê ragihandin, piştî ku hemû nûnertiyên qanûnî û çandî yên ji tevahî cîhanê ji bo danistandina dewlet bi gel re rêgezên mirovahiyê ên bingehîn damizrandin.

Ev roj, roja ku tê de komeleya giştî ya neteweyên yekbûyî di sala 1948’an de roja mafên mirovan a cîhanê ragihandin û em êdî dikevin sala 72 a pîrozbahiya wê rojê. Di armanca avakirina roja mafê mirovan a cîhanê de her kes dikare weke mirov bi mafê xwe mafdar be bê ku nejad, reng, ol, zayend, ziman, nêrînên sîyasî, netew, cîvak, pere û delemendî bikeve nav hatiye belgekirin, ev belgekirin bi zêdetirî 500 ziman wergerandin û di nav cîhanê de rolekî sereke dilîze.

Armanca wê hevparî yê hemû gelan û hemû netewan digire dest û tê de xuya dike ku ji her kesî re wekhevî, nirx û rûmet bingeh tê girtin û rêgezên exlaqî û mirovahiyê ji dewletan bi kesan re bibe misogerî.

Di mijara Sûriyê de rêgezên exlaqî û mirovahî yên ku hatine belgekirin bi temamî cûda ne, ji hemû nirx û van rêgezên mirovahî dûr in, ji destpêka kirîza Sûriyê ya di sala 2011’ an de ta roja me ya îro di navbera rêjîma Sûriyê û opozisyonê ‘Artêşa netewî ya Sûrî de şer didome û berdewam e, di encama vî şerî de bi hezaran kuştî û birîndar ji sivîlan bi taybet ‘jin û zarok’ hedefgirtine û hemû kiriyarên hovane yên weke kuştin, êşkence, revandina sivîlan û koçberî bi taybet ev bûyer li ser xaka bakur û rojhilatê Sûriyê de ji herêmên din ên Sûriyê zêdetir hat meşandin. Di sala 2018’an de heza dewleta Tirk û çeteyên terorîst ên girêdayî wî yên bi navê ‘Artêşa netewî ya Sûrî’ herêma Efrînê dagirkir û nişetecihên resen ji herêm, gund û warên wan koçber kirin û zêdetirî 300 hezar kes berê xwe dan herêma Şehba, Heleb û Cizîrê li gel wê jî sivîlên ku dest ji mal û milkê xwe bernedane rastî kiriyarên cûr be cûr dibin weke ‘revandin, pere ji wan xwestin û êşkenckirin’ bi temamî 6 hezar kes rastî van kiriyaran hatine ji wan kesan heya niha carenûsa 3300 kesan ne diyar e, tenê di meha Mijdarê de 86 kes li Efrînê ji aliyên çekdaran v hatin revandin û her wiha 2400 sivîl ji wan 300 zarok û 210 jin birîndar bûn.”

Di dewama daxuyaniyê de qala talan û qirkirina li Efrînê hate kirin û ev tişt hate diyar kirin; “Ji destpêka dagirkirina herêma Efrînê ve destdirêjî li 60 jinan hate kirin û 500 sivîl bi xwestina fîdye hatin revandin û zêdetirî hezar û 213 sivîl ji wan ji wan 54 bi êşkenceyê hatin kuştin û 198 kes jî di encama teqînan de jiyana xwe ji dest dane. Heya dar kevran para xwe di kiriyarên dagirkwriya Tirk û çeteyên Terorîst ên girêdayî wê de dîtin, cihên dîrokî û çandî yên kevnar weke navenda ‘Eyn Darê, Nebî Horî û Beradê’ bi talankirinê re dimînin û berhemên şûnwarî ji van navendan direvînin û erbasî nava Turkiyê dikin û li bazarên dewletên ewropê de tên firtin di heman demê de zêdetirî 150 hezar dar ji darên Zeytûn û deştan hatine birin tê de 300 darên kevnar ên dîrokî jî hene, û zêdetiî 15 hezar dar hatine şewtandin.

Di dawiya duxyaniyê de wiha hate gotin; “Dewleta Tirk kiriyarên xwe bi hemû cûreyan li ser gel pêktîne, guhertina meteryalan, qedexekirina zimanê Kurdî li ser şûna wê zimanê Tirkî ferz kiriye û yên ku ji bo meteryalan hatine erkdarkirin hemû girêdayî Eniya Nesra û berhemiyên DAÎŞ’ê ne, ev tiştên ku tên kirin di bin sîwana komeleyên xêî û îxasî yên dewleta Qeterê ne her wiha cihên fêrbûn û dibistana veguhestine cihên leşgerî di heman demê de navên tax û gundan ji zimanê Kurdî vedigerînin zimanê Tirkî ev tişt diyar dike ku encamakirina avakirina dewleta Osmanî ye.

BANG

Ji ber vê yekê em bagawaziya xwe ji hemû rêxistinênn dewletên hiqûqî û mirovahî di serî de rêxistina netewên yekbûyî dikin da ku bi erka xwe ya exlaqî û mirovahî rabin û biriyarên tund derheqa dewleta Tirk de derxînin û van kiriyaran bi lez rawestînin da ku hêza Tirk ji xaka Sûriyê bi taybet ji xaka Efrînê bikişînin û gelê herêmê vgerê warê xwe û saziyên mirovahî û ragihandinê derbasî herêmê bibin. Em ji raya giştî re parve dikin ku ji bo kesên destê wan di van kiryaran de heye yekem kes Receb Tayyip Erdogan û wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê Hûlisî Akar e û divê ev kes werin dadgeh kirin. Li aliyê din divê avahiyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine rûxandin ji nû ve werin çêkirin.”