Li Şehbayê bi hezaran kes li dijî komployê meşiyan

Bi hezaran kes li Şehbayê li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Kongreya Star a herêma Efrînê di salvegera 21`emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de ku di 15`ê Sibata 1999`an de dîl hate girtin, meşek lidar xistin.

Meşê ji pêşiya lîstikgeha gundê Babinês ê girêdayî navçeya Fafînê destpê kir û heta qada sûkê dewam kir. Ruxmî berfa zêde û sermaya dijwar jî bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê beşdarî meşê bûn.

Meşvanan wêneyên Ocalan û pankartên "Bi ruhê Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê em asta têkoşînê bilind bikin û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêbertî têk bibin" rakirin û cilên reş ên wêneyên Ocalan li ser, li xwe kirin.

Di meşê de endama Kongreya Star Sureya Hebeş komplo şermezar kir û wiha axivî: "Em ê têkoşîna xwe dewam bikin û em nahêlin ku komplo bigihîje armancên xwe. Rêber Ocalan ji bo azadiya jinan û rizgarkirina wan ji zilm û zordariyê, tê koşiya."

Her wiha diyar kir ku wê heta dawiyê li dijî dijmin li ber xwe bidin û bi yekdestî komployên li dijî wan têk bibin.

Bi navê Meclisa Navçeya Ehdas jî Mihemed Hisên wiha got: "Em hemû dizanin ku rêber Ocalan bi komployeke navneteweyî dîl hat girtin. Rûsya, Amerîka, Îsraîl, Sûriye, Tirkiye û Yewnanistan beşdarî vê komployê bûn. Nizanin ku em bi fikrên Ocalan bawer dikin. Em ê têkoşîna xwe heta têkbirina komployê û azadkirina rêber Ocalan dewam bikin."

Meş bi dirûşman bi dawî bû.