Li Şehbayê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin

Li herêma Şehbayê bi tevlîbûna bi sedan ji gelê Efrîn û Şehbayê şahiya pîrozkirina 4’ê Nîsanê ji aliyê Kongra Star ve hate li darxistin.

Kongra star ya HErêma Efrînê bi dirûşmeya ‘Dem dema azadiyê ye, azadiya Rêber Apo azadiya civakê ye’ li Navçeya Fafînê ya Herêma Şehbayê bi tevlîbûna bi sedan ji gelê Efrîn û Şehbayê 4’ê Nîsanê pîrozkirin.

Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir û piştî wê hin axaftin ji aliyê endamên sazî û meclîsan ve hate kirin. Li ser navê rêveberiya Kongra Star Gulê Mihemed û li ser navê meclîsa Şehba Ehmed Selamê axivîn. Her duyan di axaftinên xwe de 4’ê Nîsanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kirin.

Di axavtinên wan de her wiha ev hate gotin, “Îro di şexsa Rêber Apo de em dikarin şoreşgerê demê keşif bikin û bi bîr û baweriya gihandina nameya aştiyê ya ji dunyayê re divê yekbûna gelan bê çêkirin û berxwedanî her tim dewam bike; ji ber ku sedsala 21’an sedsala azadiya Rêber Apo ye , netewa demokratîk û gelan e.”

Piştî ku axaftin bi dawî bû, komên çand û hunerê ya Şehîd Hêvî ya Kevana Zêrîn, Koma Çiyayê Kurmênc û Koma Şehîd Ronahî hin stran û govend ji gel re pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendên gel û bi stranan bi dawî bû.