Li Şehbayê 3 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ hatin bibiranîn

Li Kampa Berxwedan a Şehbayê 3 şehîdên Qonaxa Duyemîn ya Berxwedana Serdemê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Xelkê Efrîn û Şehbayê li Kampa Berxwedan bi merasîmekê şehîd Bahoz, Şehîd Xabûr û Şehîd Mezlûm bibîranîn ku di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Xedîce Elo, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Reşîd Efrîn û li ser navê Meclîsa Efrînê Behcxet Ebdo axivîn. Qisekeran hemû şehîdên Berxwedana Serdemê bibîranîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Bi domdarî wiha hate gotin; “Şehîdên me bûn pira azadiyê û rêya li pêşiya hemû gelên aşitî û azadîxwaz. Di dîroka Kurdan de ji 14 Tîrmehê ve heta roja îro em şehîdan didin û ev heqîqeta Kurdan e û tu caran ev heqîqet nayê jibîrkirin.”

Piştre nasnameyên şehadetê yên her sê şehîdan hate xwendin û radestî malbatê wan hate kirin. Li aliyê din bavê şehîd Xabûr axivî û wiha got; “58 rojan êrîşek hovane anîn ser me, ji ber vê em şehîdan didin ji bo ku em Efrîn û Kurdistanê rizgar bikin”.

Merasîma bîbîranînê bi dirûşmeyan bidawî bû.