Li Şedadê êrîşên dewleta Tirk protesto kirin

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şedadê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Di çalakiya bi banga Meclîsa Navçeya Şedadê û saziyên civaka sivîl yên li herêmê ve hatî li darxistin de, wêneyên kesên şehîd bûyîn hilgirtin û li dijî êrîşên dagirkeran dirûşme berz kirin.

Di meşa li qada Çibisa veguherî mîtîngê de ji rêvebera Konreya Star a Şedadê Emîra El Saad axivî û got, “Em bang li hemû kesên daxwaza azadiyê dikin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wan ên li dijî jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcan dikin û li beramberî êrîşên ser Şengal û Başûrê Kurdistanê rawestin. Şehîdxistina 3 jinên li Kobanê tirsa dewleta Tirk û AKP’ê ya ji jinên azad û berxwedêr diyar dike.”

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Salim El Salim bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk yên ku nabêje zaroke, jin e yan kal e da û got, “Çawa ku em li dijî DAÎŞ’ê gihîştîn serkeftinê wê dîsa serkeftin ya me be.”

Mîtîng bi dirûşmên silavkirina berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû.