Li Şam û Beyrûtê Newroz hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li Şam û Beyrûtê bi dirûşmeya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” şahiya Newrozê pîroz kirin.

ŞAHIYA NEWROZÊ

Bi hezaran Kurdistanî beşdarî şahiyê bûn ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Kongra Starê ve li Lubnanê hate organîzekirin.

Dayikên şehîdan agirê Newrozê pêxistin. Piştre jî li ser navê Kongra Star, PYD, Weqfa Civakî û Çandî ya Newrozê û ciwanên şoreşger axaftin hatin kirin.

Axêveran Newroza hemû gelên ku ji bo azadiyê têdikoşin, piroz kirin.

Piştre Koma Welatê Rojê û Koma Şehîd Rojîn govendên gelêrî gerandin û hunermendan jî stranên xwe strîn.

ŞAM

PYD’ê li Şamê bi beşdardarvaniya hezaran kesî şahiya Newrozê pîroz kir. Piştî ku dayikên şehîdan agirê Newrozê pêxistin, beşdarvanan guhdariya axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî Newrozê kirin.

Piştre jî endamê PYD’ê Hesen Ebdûllah, endama Kongra Starê Newroz Xelîl û ji Meclîsa Malbatên Şehîdan Cîhan derbarê Newrozê de axivîn.

Axêveran Newroza Abdullah Ocalan û gerîlayan pîroz kirin.

Hunermendên weke; Omer Kobanî, Medya Raman, Îmad Hesen, Rêber Wehîd û Xerîb Ebdûllah beşdarî şahiyê bûn û Koma Şehîd Delîla û Koma Şehîd Serhed stranên xwe strîn.